Ana SayfaSIYASETXamaneyî li dijî egera êrişeke Tirkiyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê derket

Xamaneyî li dijî egera êrişeke Tirkiyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê derket

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo hevdîtinên fermî li Îranê ye, bi Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney re hevdîtinek kir.

Civîna li ofîsa Xamaney û bêyî amadebûna rojnamevan, qasî saetekê berdewam kir.

Ofîsa Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî piştî hevdîtinê di daxuyaniyekê de diyar kir ku mijara krîza Sûriyê û êrişa çaverêkirî ya Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin Xameneyî derbarê krîza Sûriyê de bo Erdogan gotiye“Parastina yekperçetiya axa Sûriyê pir girîng e û her êrişeke leşkerî bo ser bakurê Sûriyê dê li dijî Tirkiye, Sûriye û hemû herêmê be û dê di berjewendiyê terorîstan de be.”

Elî Xameneyî amaje bi wê yekê kir ku asayişa sînorî ya Tirkiye û Îranê hevbeş e û got: “Em dê teqez di têkoşîna li dijî terorê de bi we re hevkariyê bikin. Em ewlehiya Tirkiyê û sînorên wê wek ewlehiya xwe dibînin. Hûn jî ewlekariya Sûriyê weke ewlekariya xwe bibînin. Divê pirsgirêkên Sûriyê bi diyalogê bên çareserkirin û Îran, Tirkiye, Sûriye û Rûsya bi danûstandinan dawî li vê pirsgirêkê bînin.”

Elî Xamineyî herwiha anî ziman ku divê herdu alî hevkariyên dualî bi taybetî bazirganiyê bihêztir bikin û got: “Rejîma Israîlê sedema sereke ya pirsgirêkên navbera welatên Îslamî ye.”

Hezretê ayetullah Xamineyî amaje bi pirsa Sûriyê jî kir û got: “Pêşgiriya yekparçeyiya axa Sûriyê pir girîng e û her êrişeke leşkerî bo ser bakurê Sûriyê dê li dijî Tirkiyê, Sûriyê û hemû navçeyê be û dê li gel terorîstan be.”

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights