Ana SayfaCÎHANXwendkarên Kurd yên li Ukrayna Dibêjin Ew di Xeterîyê de Ne

Xwendkarên Kurd yên li Ukrayna Dibêjin Ew di Xeterîyê de Ne

Helkeft Îbrahîm, ku ji Duhokê ye, bo perwerdeya zanîngehê li Kîevê dijî. Wî ji Dengê Amerîka re behsa rewşa xwe û hevalên xwe yên xwendekar kir.

“Em komeke xwendakarên Kurd in û ev du sal in em li wir Ukrayna dijîn. Lê, niha ev şer destpê kir û rewşa me gelek aloz bûye, ” Îbrahîm got.

Êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna li serenserê cîhanê asta fîkar û metirsîyên bo binpekirinên mafên mirovan û demokrasîyê zêde kiriye.

Dengê Amerîka bi hin xwendekarên Kurd yên li Kîevê ne re ser rêka telefonê tekilî danî da ku di derbarê rewşa wan bi xwe, helwest û rewşa giştî ya rûniştvanên bajêr ya ji destpêka bomberankirinên Rûsyayê agahî wergire.

Xwendekarên Kurd dan zanîn ku piştî ragihandina êrîşên Rûsî, hemwelatî bi piranî li kolan, market û benzînxaneyan bi rengekî berbiçav xuya kirin û herwiha gelek mirovan hewl didin ku ji bajêr derkevin.

Li gor ragihandinên cuda, hejmareke xwendekarên Kurd ji Kîevê derketine û hin li wir mane. Lê, ew hewl didin ku xwe bigehînin hin gundan da xwe biparêzin.

Ji alîyê din ve, li gor hin kanalên ragihandinê xwendekareke Kurd yê bi navê Aryas Ebdula ku ji Kerkûkê ye, jiber bomberana canê xwe ji dest daye.

Hun dikarin bi lînka jêrîn tevahîya raportê guhdar bikin.

Denge Amerîka

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights