Abuzer Balî Han / Hemûnivîsên ê nivîskar
Prof. Dr. Jemal Nebez wek stêrek gêş bû û ji nav Kurdan çû !
Gelo ma Jemal Nebez kî bû û çi kar kirye ku ewqas li welat û li dervayî welat deng dayî bû. Jemal Nebez di malbetek rewşenbîrên Kurd ku halî wextê xwe baş diroja 01.12.1933 an de başurê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê hatî bû dinê. Ligel dewamkirina xwendingehên dewletî li Iraqê, derfetên wî hebûne kuli ber destên bavê xwe Hecî Tewfîq û alimên din yên welêt ku li ser huqûq, felsefe û teolojiya îslam û ya dinê jî bixebite.Di zarokatiya xwe de li gel bavê xwe hînî xwendina Qur’anê bûye, ew hifz (ezber) kirye. Ew jî nîşan dide ku di zaroktiya xwe de Jemal Nebez gelek zîrek û çalak bûye. Wî mijara teolojiya cîhanê baş nasî şunda, bêtir giraniya xwe dayê ola Kurdan ya Zeredûşt. Di xortaniya xwe de li ser olan zanîna xwe qedand şunde, wî berê xwe daye zanista erênî (pozîtîv). Zanista rêzanî (polîtologî), felsefe, fîzîk û matematîkê jî bala wî kişandiye ser xwe. Baweriya xwe ya sosyalîzma zanistî ji Mazdek û bîrdoziya (îdeolojî) Mazdakîzmê girtî bû. Mamoste Nebez digot ku:”Sosyalîzma rasteqîn baweriya Mazdak bû ku yeksanî (wekhevî), bratî û azadî ji bo mirov û civata tê de dijît dihat xwestin. Sosyalîzma rasteqîn ew sosyalîzma bû. Dawî de xûya bû ku ew soszalîzmabi serokatiya Sowyetê rêva diçû, ewa ku dawî de xilî, ew ne sosyalîzm bûye!.”
Di aliyê lînguîstîkê de Mamoste Jemal Nebez pir jîr û zana bû. Wî ji zimanên familya Îndo-Eurupayî wek zimanê Fransizî, Elmanî, Îngîlîzî, Farîsî jî wek zimanê xwe yê zikmakî hîn bûyî bû. Di zaroketiya xwe de zimanê Erebî û Farisî, wek zimanê xwe yê dayîkê hîn dibe. Ew jî nîşan dide ku di zaroktiya xwe de Nebez gelek zîrek û çalak bûye. Wî mijara teolojiya cîhanê baş nasî şunda, bêtir giraniya xwe dayê ola Kurdan ya Zeredûşt. Di xortaniya xwe de li ser olan zanîna xwe qedand şunde, berê xwe daye zanista erênî (pozîtîv). Zanista rêzanî (polîtologî), felsefe, fîzîk, kimya û matematîkê jî bala wî kişandiye ser xwe.
Paşê berê xwe ew dide zanistên erênî (pozîtîv). Zanista rêzanî (polîtologî), bêtir bala Jemal Nebez dikişîne ser xwe. Di wan salên xortaniya xwe de felsefe, fîzîk û matematîkê re jî mijûl dibe.
Bavê Jemal Nebez Hecî Tewfîq Efendî zanayekî ola îslamê yê wê demê bû. Ew li Silêmaniyê û dorbera wê baş dihatiyê nasîn. Bê guman destpêkê de rola bavê Nebez li ser wî gelek e. Di bin jiyanek zeptûrept (disîplîn) de zaroktiya wî derbas dibe. Ji bo van sebeban di mercên rêkûpêk de ew dibe mirovekî xwedan rêgez (prensîp), rêzgir û xwedan teybetmendî. Di aliyê derûnî de naskirina mamoste ne hêsan bû. Wî nadixwest xwe wek zanyar bide nasandin! Ew di aliyê xwe de mirovekî hinek veşartî bû. Tu caran behsa xwe û malbeta xwe nadikir.
Ji rêvabirên Kurdistanê qet ne razî bû. Ji wan rêvabiran hinek jî hevalên mamoste yên dema wî ya xortaniyê bûn. Mamoste tu caran ji bo berjewendiya xwe ya şexsî bi kesan re danîn û standin nadikir. Ji bo vê jî karên wî yên şexsî pir caran têk diçûn. Wek du mînak hene ku wana di jiyana mamhoste de rolên neyînî lihîstin. Sala 1973 an dema ew di zanîngeha FU Berlin, Îranîstîk û di beşê berpirsariya Kurdolojiyê de wek Ass. Prof. Dr. kar dikir de derbeyek xwar. Mamoste bi berpirsiyarên Îranîstîkê va baş nadikanî kar biket. Mamoste her dem dersên xwe nebûn jî ew li zanîngehê bû û kar dikir. Dema xwendekar bihatina dersan mamosteyên ders bidin nîn bûn û diçûn mamoste dipirsîn. Mamoste jî paşê ji wan mamostan dipirsî! Hun ji bo çi bê mazeret nêne dersên xwe? Ji pirsên wûsa serokê Îranîstîkê Prof. Dr. Günter Gobrecht û Prof. Dr. Sobhanî bê guman acîz dibûn. Wê demê min hîşyarî da mamoste ku profesorên din dixwzin ku te ji zanîngehe dûrxin. Mamoste digot:”Ez karê xwe dikim. Bila ewna jî karê xwe bikin! Ew dixwazin ku ez jî wek wan bibim. Lê bizanim ku yê min ji kar derxînîne jî, ez naxwazim wek wan bibim!“ digot… Dema min mamoste Nebez bi gotinek geleri ya “Heya mîrov di ser pirê re derbaz bibe, hincaran mirov neçar dibe ku ji hirçê re xalo bêje!“ Bi ew gotinê xwe min mamoste carek din hişyar kir. Mamoste rast digot. Lê belê rast gotina mamoste bê wate dima. Di civîna prezîdiyum ya zanîngehê de em hemî xwendekar li gel mamoste bûn. Le belê dîsa jî bi bîryara profesoran Mamoste Jemal Nebez ji zanîngehê hate dûr xistin. Wê rojê şunde mamoste qet behsa Îranîstîkê nekir… Ez xwe jî li gel Prof. Dr. Günter Gobrecht û Prof. Dr. Sobhanî li ser mijara „Rêzimana Kurdî“ doktore çêdikir. Mamosteyê xoşewîst Ass. Prof. Dr. Jemal Nebez dema Îranîstîkê qetî şunde, min jî dest ji xwendina Îranîstîkê berda û neçûm wî cîyî…
Jemal Nebez dema xortaniya xwe de li welat, di salên 1950’î de mamoste bûye. Pirtûkên zimanê Kurdî yên matematîk û fîzîkê cara yekem amade kirine û weşandine. Dewleta Erabanya Iraqê karê Jemal Nebez dikirin ne ecibandine. Hin caran sirgun, hin caran girtin, avêtin hepisê jiyan û karê wî dijwartir kirye. Di sala 1956 an de ji İraqê derdikeve, diçe Suriyê bajarê Şamê. Ew li mala têkoşerê nemir û helbestvanê netewî Osman Sebrî dibe mêvan. Li wir zimanzanên Kurd yên wek Rewşên Bedirxan, Osman Sebrî û yên din ve li Şamê hev dicivin. Kêmasiyên zimanê Kurdî tesbît dikin û bi nameyek vekirî, kêmasiyên heyî di roja 20.8.1956 an de bi nameya hatî amadekirin, wêdaxûyaniyê bilav dikin. Di nameya têkoşerê nemir ya Osman Sebrî ku roja 10.07.1973 ji Şamê, Jemal Nebez re hinardî de Osman Sebrî wûsa dinifisîne: „Wê gavê te di hundirê çend hefteyan de dest bi nivîsandina du berheman kir û ji bo çapê te ewna amade kirî bûn. Ez hêvîdarim ku tu her dem di aliyê berhem afirandinê de wûsa jîr û çalak be!” digot.
Dema Jemal Nebez li Şamê bû gelek welatparêzên Kurd nasîn. Paşê ew derbasî Lûbnanê dibe. Wê deme li Beyrûtê gelek ronakbîrên Kurd hebûn. Bi wan re dayîn û standinên xwe pêk tîne.Demek şunda di sala 1962 an de ew derbasî welatên Ewrûpa dibe.
Lê bi gotinê „Cemal“ ne razî bû. Li ciyê „Cemal“ wî her dem navê xwe „Jemal“ bi kar tanî. Wî nadixwest ku navê xwe wek navekî Erebî bête telafûz kirin. Min qet nedît ku mamoste pêş navê xwe de ”Prof. Dr.” nivîsandin bi hev re bi kar anî be! Lê wek mamosteyekî Kurdologiyê re mijul dibe, min baş dizanî ku Kurdologê li cîhanê dijît yê herî mezin Mamhoste Jemal Nebez bû. Çi mixabin ew rastiya heyî di saxiya wî de min nikarî bû ku ji wî re bêjim.
Bes çaryek sedsal berê demên borî de Rojnameya Newroz ji min xwestî bû ku bi mamoste re dayîn û standinekê bi zimanê Tirkî çêkim. Bi wê dayîn û standinê min cesaret girt û gelek pirs ji mamhoste pirsîn. Di nav wan pirsande yek jî ew bû: “Mamhoste! Heya roja îro te çend berhem afirandin û ji wana çiqas hatin weşandin?“ Bi bersivek kurt wûsa got:“Gotarên zanistî wek sed rûpel û bi berhemên mezin ve qasî 120 berhemên min hatin belav bûn û hatine weşandin. Di kovar û rojnameyên Kurdî, Elmanî, Îngîlîzî, Erebî û Farîsî de gotarên min pir hatine weşandin.Di dest min de jî gelek berhemên min hene ku hîn bêne çapkirin û weşandin!..”gotî bû…
Mamoste di xortaniya xwe de dest bi siyasetê kirye. Ew yek ji dameznêrên (14.04.1959) sereke yên KAJÎK bû. Kajîk û li Silêymaniyê di roja 14.04.1959 an de ew rêxistina hatî sazbûyî ku bi ya din bi navê KAJYK (Komeley Azadi Jiyanawey Yekiti Kurd, – Vereinigung für Freiheit und Einheit der Kurden) her dû bûyî bûn yek e. Mamoste Nebez gotarên xwe di kovara bi navê „Kajîkname“yê de dida belav kirin. Di salên destpêkê de alîkariyeke mezin da Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK) û roleke wî ya girîng di çalakiyên Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Dr. Cewad Mela de hebû. Herwuha roleke wî ya girîng di belavkirina bîr û bawerî û hişyariya neteweyî li Kurdistanê hebû û her diçû ew zêde dibû. Bi ew bîrûbaweriyên xwe yên welatparêz û bi hin rexneyên xwe yên sert li dijî partiyên bingehî jî gotarên xwe Jemal Nebey didan belav kirin.
Dîsa di nav wan salande Mamoste Nebez bi çend hevrêyên xwe re Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (NUKSE) damezrandin. Piştre jî Nebez bi rêxistina (SOKSE) û Akademya Kurdî ya Zanist û Hunerê re di salên heştê û nodî de bi dehan panel û semînerên zanistî û siyasî li serenserî Ewropayê pêşkêş kirin.
Dema rexnekirin di xizmeta yekgirtiya neteweya Kurd de rolê xwe neleyze, wê demê bê wate dimîne! Nezîkî nîv sedsale ku hemî hêz û partiyên Kurdistanê nikarine ku bereyekî yekgirtu de hêzên bikin yek! Çi bixabin bîrmendekî Kurd wek mamoste jî alîgirê hêzekê dihat pejirandin û rolê xwe ya sereke di yekîtiya neteweyî de nadikanî pêk bîne.
Li dervayî welat Partiya Demokrat Kurdistan (PDK) û Yekîtiy Nîştîmanî Kurdistan (Die Patriotische Union Kurdistans PUK ) ne wek partî, lê belê di komeleyên xwendekaran de wek endam kardikirin û gelek jî bi hêz bûn. Bi rêya partiyên komunîst yên Kurdistan di nav xwe de dagîrkirî gelek xwendekarên Kurd bi bursan dişandin welatên sosyalîst! Li hember ew hêzan Kurd yên din bê tesîr diman.
Di destpêkê de komeleya xwendekarên Kurd cara yekemîn di sala 1956 an de li Elmanyê li bajarê Wiesbaden bi navê KSSE (die Kurdish Student Society in Europe) hatiye damezrandin. Di sala 1976 an de di civîna beşdarbûna Mam Celal Talabani, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpa KSSE bûye beşan. Navê Komeleya nû jî dibe AKSA (die Association of Kurdistan Students Abroad). Paşê di salên raburdu de, bi beşdarbûna hin endamên her du partiyan yên komîtên rêvabirî civînekê li bajarê Berlînê çê dikin. KSSE û AKSAdîsa dibe yek komele. Dema sosyalizm xurt bû, Navenda Komeleya Xwendekarên Cîhanê ya li Pragê endamên komîta rêvaberiya wê komelê, piraniya wana ji endamên AKSA û KSSE pêk dihat…
Di navbeynê salên 1970 û 1980’yî de komelên karkirên Kurd û bûroyên partiyên Kurdan dema wana karê xwe anîn dervayî welat şunda, rol û çalakiyên komelên xwendekarên Kurd jî her ku çû rola xwe wenda kirin û ber bi mayîn û nemayînê çûn!..
Di sala 1965’an de dema Mamoste Jemal Nebez li Munihê xwendekar bû, ligel hin hevalên xwe „Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê“ ava kir. Di sala 1985’an de wî û penaberên din yên ji Kurdistanê, akademîsyen, zanyar, rewşenbîr û bi gelek hunermendan ve „Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê“ ava kirin.
Mamoste Prof. Dr. Jemal Nebez zimanzanekî hemdemî bû. Wî gelek hewil da, ku Kurd bibe xwediyê rênivîsek (rênivîsa latînî) û rêzimaneke hevbeş, ew di wê baweriyê de bû ku hîmê çêkirina zimanê wêjeya yekgirtî ya Kurdî jî ev e. Mamoste Jemal Nebez di nivîsandin û axaftina xwe de bi zinanê Kurdî standart ku her Kurd jê fehm dikin diaxift û gotarên xwe jî bi zimanê diaxift diweşandin. Çi mixabin alîkarên mamoste hindik bûn û wî her karê xwe bi tenê, bi serê xwe rê va dibir. Tu kesî piştevaniya wî bikira nîn bû. Di aliyê dîn de mamostê hînî hevkariya zanistî nîn bû ku bi kesan re bixebite. Her dem karê herkesî de kêmasî û şaşitî tesbît dikirin. Ji bo vê jî dixwest tenê bi serê xwe kar bike. Zanîn û zanista di mejûyê mamoste de wek behrek mezin bû. Çi mixabin piraniya zanista di mejûyê mamoste de heyî, ewna hemî nehatin tomar kirin.
Di dest mamostê de hinek ferheng hebûn ku bi sed hezaran bêje (gotin) tê de cîh digirtin. Li ser ferhenga etîmolojiya Kurdî kar dikir. Ew kara wek pirtûk hate weşandin. Heke çendek alîkarên mamoste hebûna û wek dezgehek çanda Kurd bi serokatiya mamoste kar bihata kirin, ez bawerim ku ew berhemên bihatina amade kirin û afirandin yê bê nirx bimana! Zanîna mamoste ya pir çi mixabin ewna bi wî re çûn! Dewlemendiya zimanê Kurdî dîsa jî bi kar û berhemên mamoste hatin weşandin gelek gêş e.
Di mala mamoste de min televîzyon qet nedît. Çend caran min jê pirsî bû. Bersiva Wî:“Dema min, têrî min nakê! Ezê çawa telewîzyon û bernameyên wan seyr bikim!” digot.
Carekê jî di dawiya salên 1970’î de pirsek ji bo jiyana wî ya teybetî min jê pirsî. Mamoste! Heke tu bizewice jiyana te yê hîn jî baştir bibe. Mamoste bi ew kenê xwe yî bi wate bersiva min wûsa da:”Ez carekê zewicîme! Ma hewce heyê ku carek dîn bizewicim!” Min pirsa xwe berdewam kir û jê pirsî. Gelo kîngê û bi kê va tu zewiciye? Bersiva wî kurt bû. Got: “ Carekê ez bi Kurdistanê ve zewicîme! Ma hewceye ku ez carek din bizewicim!” Bêdengiya çê bûyî, dawiya pirs û bersivan jî bi xwe re anî bû!..
Mamhoste Jemal Nebez di navbeynê salên 1973-1983 an de li hin ciyan wek berpirsê zanistî di warê Rojhilatnasiyê de li Deutsche Forschungsgemeinschaft (Saziya Lêkolînê ya Almanî) de, 1978–1982 profesorê alîkar, Îrana îslamî, farisî û zimanên din ên Îranî, Free Universtiy of Berlin û 1978–1983 an de wergêrê zimanê Farisî li Berlinê û wergêrê zimanê Kurdî li Munihê karên xwe yên rojane her berdewam dikir.
Di aliyê komeletî de Mamoste Jemal Nebez endamê „Deutsche Vereinigung für Politische Wissenschaft, (Komela Alman a Zanistên Siyasî)“, Deutsche Morgenlandische Gesellscaft „Civata Oryantal a Alman“, „Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê“, „Deutsche Gesellschaft für Sprachwissenschaft (Civata Zimannasiyê ya Almanyayê)“, û her wuha endamê û alîgirê hin rêxistinên Kurdan yên dîn bû.
Jiyana mamoste ya şexsî hinek veşartî bû. Nadiçû mala kesan û tû kesî re jî neçar nebûya ew nadibir mala xwe. Mirovekî ewqas bi nezaket bû ku zarokek jî bihata ciyê ew lê rûniştin, ji ber radî bû. Xoşewîstiya xwe herkesî re hebû. Ji bo ew xweserên wî yên teybetmendî herkesî jî,jê hezdikir…
Prof. Dr. Jemal Nebez stêrek gêş bû! Hin Kurdan ew dîtin, hinekan jî qet ew nedîtin û ji ronahiya wî sûd wernegirtin!.. Qasî nêzîkî nîv sedsal bû ku min Mamoste Jemal Nebez naskirî bû. Di destpêkê de ew mamostê min bû. Xwendin û nivîsandina zimanê Kurdi cara yekem di dersên mamoste de ez hîn bûm. Paşê di navbeyna me de hevaletiyek çê bû. Pê re hevpeyvîn, werger û berhem amadekirinan de ew dibû alîkarê min û min jî hincaran alîkariya wî dikir. Pir caran me hevûdu didît. Carna jî dibû mêvanê mala me.
Mamoste zanayekî Kurd hemdemî bû. Li gor baweriya min, ew Kurdologê cîhanê yê herî mezin e. Lê kesî ew wûsa nas nekir. Ew di nav bê dengî û bêkesiyê de çû ser dilovaniya xwe!..
Li sala 2005 an de sedsaliya ji dayîk bûna têkoşerê mezin ya Osman Sebrî li Berlînê hati bû bîr anîn. Di wê panelê de ez jî gotarvan bûm. Mamoste Jemal Nebez jî axafinek kurt kirî bû. Wî wûsa digot: “Gelo mirovên Kurd di saxiya xwe de dema dijîn di nav tûne bûnê û xizaniyê de dijîn. Mirin şunde li paş wan bi gotinên giranbuha tên bîr anîn. Paş mîriyan hun çi bêjin jî ew nabîzin. Tu wateyên ew gotinan jî nabe! Mirov hîn saxin pêwiste ku li kar û barên wan giramî ji wan re bêye kirin!“ Di vê mijarê de Mamoste Jemal Nebez wusa got: „Kurd zindîkuj in! Lê mirîhez in!“ Wateya gotinên wî ew bû ku ne tenê ji bo mirovan, ji bo rêxistin û partiyên Kurdan jî rewş wûsa ye. Hemî li dijî hev û du ne. Salan vir de nikanine ku bereyekî netewî Kuristanî de bêne cem hev û du û kongreyek netewî Kurdistanî bi hevra damezrînin! Rêya azadiya Kurdan tek di yekbûna wan de ye. Ma rêyek din ji bo Kurdan heye?!.“ digot. Gotinên Mamoste Jemel Nebez di ciyê xwe de bûn. Lê siyasetmedarên Kurdan tû caran ew mirovê kurdperwer û zana re alîkarî nekirin. Mamoste bi ew rexneyên xwe yên di cîh de dihat nasîn û heya roja dawî jî wûsa ma! Siyasetmedarên Kurdan ji wana hinekan her dem ji dûr ve be jî mamoste Nebez dişopandin û ji rexneyên wî sûd werdigirtin! Feylesofê Kurd Jemal Nebez, 85 saliya xwe de de roja 08.12.2018 de li paytextê Elmanyê Berlînê çû ser dilavaniya xwe.Dema cendekê mamoste çû Kurdistanê bi merasîmên bûyî û daxûyaniyên serokê Kurdistan, serokê Herema Hikumatê Kurdistanê û bi amade bûna berpirsiyarên parêzgeha Silêmaniyê û bi duayên Kurdî yênola Zereduştê pîroz ew li goristana Silêmaniyê roja 22 ê Qanûnê 2018 an de hatebinax kirin…
Zanyarê Kurdan Jemal Nebez bi berhem û bi kesayetiya xwe ya paqij tu caran nayet bîrkirin! Ewê heta hetayê di dilê welatparêzên Kurd de bijît! Em bejna xwe carek dîn li ber wî ditewînin…
Dema Kurdistanek azad û serbixwe çê be, pîtolê Kurd Jemal Nebez, ewê carek dîn di gora xwe de gorbehîşt be!..