Site icon Rojnameya Newroz

Yek Ji Derhênerên Herî Serketî Yê Sînemaya Kurdî: ŞEWKET EMÎN KORKÎ

Yek Ji Derhênerên Herî Serketî Yê Sînemaya Kurdî: ŞEWKET EMÎN KORKÎ

Rûmet Onur KAYA / Mezopotamya ya Sosyalîst / Hejmar: 15

Sînema, bi navê din “Hunera Heftemîn” karê afirandina atmosferê ye, li gorî hunerên din ên bingehîn hêj hunereke ciwan e, ku ji zêdetirî 125 salan e bi nêrîna amûra kamerayê qala çîrokên curbicur dike. Heta niha li seranserê cîhanê bi deh hezaran fîlmên sînemayê (kurtefîlm, metrajdirêj, nîvmetraj) hatine kêşandin û her sal bi hezaran fîlmên nû, bi şêwazên cuda ve têne kêşandin. Di warê sînemayê de gelek sînemagerên hoste û nemir bi çîrok, mijar, vegotin, atmosfer, teknîkên fîlmên xwe bandorê li dîroka hunera heftemîn kirine, yek ji van derhêneran jî sînemagerê navdar kurd Şewket Emîn Korkî ye. 

Derhêner, senarîstê hoste û xelatgir ê kurd Şewket Emîn Korkî (Shawkat Amin Korkî) yek ji derhênerên baştirîn ê Sînemaya Kurdî ye, ku fîlmên xwe yên resen û serbixwe bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî kêşandine, li dinyayê herî zêde bi fîlmên xwe yên wekî; “Bîranînên Li Ser Kevirî” û “Kick Off”ê ve tê naskirin. Derhêner Korkî di fîlmên xwe de bi giştî li ser mijarên neteweyî, newekhevîya zayendî, zayenda civakî û çînî disekine, rewş û sosyolojîya civakê û derûnnasîya (psîkolojî) mirovan tîne li ser perdeya spî, di fîlmên xwe yên herîkbar û derasayî de qala çîrokên bindest, xizan û kedkarên gelê xwe dike. 

Sînemager Şewket Emîn Korkî, di sala 1973yê de li bajarê Zaxoyê yê Kurdistana Iraqê ji dayik bûye û bi malbata xwe welat terikandine. Di zarokatîya Korkî de eleqeya wî bi şanoyê dest pê kiriye û çi pirtûkên li ser sînemayê hatine nivîsîn bikevin berdestê wî xwendine. Derhêner, di 1997ê de bi yekem kurtefîlmê xwe yê bi navê “Balonên Firî” (Balloons fly) re dest bi kêşana fîlman kiriye û piştî salekê jî kurtefîlmê xwe yê “Daricheh” (Trap Door, 1998) qedandine. Beşdarî li hin xebatên atolyeyê û semîneran bûye, piştî 24 salan ango di sala 1999ê de ji sirgûnê vedigere li welêt û ji bo Kurdistan TVyê hin fîlman dikîşine. 

Di salên 2000an de, kurtefîlmên xwe yên din ên “Dema Baran Bêt” (When it Rains, 2000), “Bazgeh” (Passage, 2002), “Gef” (Threat, 2003) kêşandine, di sala 2006ê de bi yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê bi navê “Parinawala ghobar” (Crossing the Dust) re derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û bi vî fîlmê xwe ji bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat digire. Korkî, him derhêner û senarîstîya vî fîlmê dike him jî di fîlmê de weke çêker cî digire. 1emîn Festîvala Kurtefîlman a Hewlêrê di sala 2002yê de bi alîkariya wî tê li darxistin. 

Fîlmê metrajdirêj ê Korkî yê “Kick Of Kirkuk”ê di sala 2009ê de dikeve vîzyonê, fîlm qala jiyan û hewlên Kurdên ku piştî şerê malên wan hilweşiyane û li stadyûma Kurdistana Iraqê jiyanên xwe didomînin dike. “Kick Of Kirkuk”, bi piştgirîya fona Festîvala Fîlman a Tokyoyê hate kêşandin ku li ser trajedîya Kurdan disekine. Fîlm, li çarçoveya bernameya gelek festîvalên fîlman derket li pêşberî temaşevanan û ji gelek festîvalên fîlman xelat girtine. 

“Bîranînên Li Ser Kevirî” (Memories On Stone) ku sêyemîn fîlmê merajdirêj ê derhêner Şewket Emîn Korkîyî ye, ku di sala 2014ê de derdikeve li vîzyonê û bandoreke mezin li sînemahezan dike. Fîlm, bi afîşa fîlmê derhênerê mezin ê kurd Yilmaz Guneyî yê “Rê/Yol” (1982) re dest pê dike û di herikîna fîlmê de em çîroka du hevalên zarokatî dibînin ku dixwazin, piştî ketina Sedam Huseynî, fîlmekî di derbarê Komkujîya Enfalê de bikişînin. Piştî sala 2003yê Kurdên Başûrê, li Iraqê xwedî mafên xwe yên makeqanûnî dibin û di vê pevajoyê de du hevalên zarokatî yên Hisên û Alan ji bo projeya fîlmekî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê fonek digirin, li ser fîlmê xwe dixebitin û dest bi hilbijartina lîstikvanan dikin. Fîlmekî di nava fîlmekî de ye ku şert û mercên civakî, û zehmetiyên pêvajoya kêşana fîlman nîşan dide, derhêner li ser diyardeya sînorê, mijarên newekhevîya zayendê û xizanîyê disekine. Di fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” de lîstikvanên navdar ên kurd ên wekî Hisên Hasan, Shima Molaeî, Nazmî Kirik, Sûat Ûsta, Alan Rianî jî lîstine, ku bi estetîka belgefîlmê û bi awayekî rastîbîna civakî hatibû kişandin. Fîlm, ji Iraqê ji bo xelata Fîlmê Herî Serketî ya Navneteweyî ya 88’emîn Xelatên Akademiyê (Oscar) weke berendam hatiye hilbijartin û Festîvalên Fîlman ên Abû Dhabî, Duhok, Stenbol, Antalya, Cines del Sur Granada, Cinedays Ûskûp û Xelatên Asya-Pasîfîk ên Ekranê jî tê de, li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û xelat girtin. 

Derhêner, lîstikvan, senarîst û wêjekarê navdar ê kurd Yilmaz Guney bandoreke mezin li ser Sînemaya Kurdî û sînemaya cîhanê kir. Şewket Emîn Korkî di meha Berfanbara 2021ê de beşdarî li bernameya Taveheyvê ya Televîzyona Waarê bûbû û derbarê derhênerê nemir Yilmaz Guneyî de fikr û ramanên xwe anibû zimên û gotibû; “Tesîra wî bêşik ser me hemîyan heye û Sînemaya Kurdî bi Yilmaz Guney re dest pê kir bo me hemîyan.”* 

Sînemagerê hoste Şewket Emîn Korkî, herî dawî fîlmê xwe yê “Ezmûn” (The Exam, 2021) kêşand, fîlm çîroka jiyana xwendekara ciwan a bi navê Rojînê tîne li ser perdeya sînemayê, ku ji bo ezmûna zanîngehê dixebite û bi gotina bavê wê, ger wê di ezmûnê de biserkeve ew ê bibe azad, ger bisernekeve ew ê bizewice. Mijara fîlmê; rewş û mercên jin û keçan nîşan dide, rengê serwerîya mêran, newekhevîya zayendê û rewşa civakê radixe ber çavan. 

“Ezmûn” heta niha ji Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Karlovy Vary, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê, Mons, Stenbol, Qahîre, Santa Barbara, Victoriayê, Tiranayê jî tê de, li gelek festîvalên fîlman derket li pêşberî temaşevanan û di gelek beşan de xelat girtin. Fîlmê “Ezmûn” di sala 2022yê de ji Iraqê ji bo 95emîn Xelatên Oscarê (Akademî) weke berendam hate nîşandayîn.** Di sala 2020ê de hatibû ragihandin ku Weşanên Avestayê senaryoyên hemû filmên Korkîyî weke pirtûk, bi Kurdîya kurmancî amade dikin.*** 

Pûşper 2024

Çavkanî: 

“Kürt Sineması” (Sînemaya Kurdî), Mizgîn Mujde Arslan. Weşanên Agora (Çapa duyemîn, 2017), Rûpel: Xİİ 

“Devletsiz Bir Ulusun Sineması” (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet), Soner Sert. Weşanên Dipnot (2019), Rûpel: 152 

*https://www.youtube.com/ watch?v=tJA6c-x_gEs 

**https://sinemayaserbixwe. com/filme-sewket-emin-korki-yeezmun-ji-bo-xelaten-oscare-wekeberendam-hate-nisandan/ 

***https://sinemayaserbixwe.com/senaryoyen-hemu-filmen-sewket-emin-korkiyi-dibin-pirtuk/ 

https://sinemayaserbixwe.com/ derhenere-filmen-resen-u-serbixwe-sewket-emin-korki/ https://iffr.com/en/persons/ shawkat-amin-korki 

http://www.tiburonfilmfestival.com/contactInfo?contact_ id=15368 

https://www.kviff.com/en/programme/film/29/7444-kick-off

https://www.trigon-film.org/en/ directors/Shawkat_Amin_Korki 

https://tr.wikipedia.org/ wiki/%C5%9Eevket_Emin_Korki 

https://www.imdb.com/name/ nm2704726/ 

Exit mobile version