Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê piştrast kir ku bi dronan êrişî baregeheke wan a li Îdareya Raperînê hatiye kirin.
Wezaretê her wiha got, “Em berpirsyariya van êrişan dixin stûyê Îranê û komên derqanûnî yên Îraqê.”
Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî bi 2 dronên bombebarkirî êrişî baregeheke Hêzên Pêşmergeyan a li Raperînê hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku ew dron ji aliyê “komên terorîst ên derqanûnî ve” hatine arastekirin.
Pêşmergeyek û hevjîna wî şehîd ketin
Her di wê daxuyaniyê de hat gotin ku heman şevê 3 dronên bombebarkirî ji Îranê ve avêtine Hewlêrê.
Di vê êrişê de mala Pêşmergeyê bi navê Mûsa Enwer hat armanckirin û ew û hevjîna xwe şehîd ketin.
Wezareta Pêşmergeyan tekez kir, “Xwîna şehîdên me li erdê namîne.”
Wezaretê her wiha berpirsyariya van êrişan xist stûyê “Îranê û komên çekdar ên derqanûnî yên Îraqê.”
Wezaretê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê xwest ku erkên xwe yên qanûnî, ewlehî û destûrî bi cih bîne û sînorekî ji van êrişan re deyne.
Çavkanî: Rûdaw
