Dê û Bavê Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li gel hevjîna wî û her dû keçên wî serdana wî li girtîgeha Edirneyê ya Tîpa Fyê kir. HDPê wêneyekî Demirtaşî li gel malbata wî parve kir.
Îdianameya derbarê Demîrtaş de hat pejirandin
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ê ku di 4ê Mijdara 2016an de li gel Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag û 9 parlementerên din ên HDPê hatibûn desteserkirin.Piştî wê Demirtaş bi îdiayên “endambûna rêxistinê” û “bi armanca kirina tawanan, damezirandina rêxistinanan” û li ser navê rêxistinê kirina tawanan” hatibû darizandin û dozger xwest ku di zik hev de ji bo 142 salan bê girtin.
HDPê îro wêneyekî Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaşî belav kir ku li gel bavê wî Tahir, dayika wî Sadiye, herdû qîzên wî Dilda û Delal, hevjîna wî Başak Demirtaşê û xwişka wî Şadiye Demirtaş hatiye girtin.