Ana SayfaGIŞTÎTevgera Sadrî, Sunne û PDKyê ji bo berbijêrên Serokomarî û Serokwezîrtiyê li...

Tevgera Sadrî, Sunne û PDKyê ji bo berbijêrên Serokomarî û Serokwezîrtiyê li hev kiriye

Tevgera Sadrî, Hevpeymaniya Serwerî ya Sunneyan û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), li Iraqê blokeka desthilatdariyê ava kiriye. Li gorî vê rêkeftinê Rêber Ahmetê PDKyê berbijêrê Serokomariyê û kurê Muqtedayî Cafer es-Sadr jî yê Serokwezîriyê ye.

Serokê Koma Meclîsê ya Tevgera Sadrî, Hesen Azariyî piştî li Bexdayê hevdîtinek li gel nûnerên PDKyê û yên Hevpeymaniya Serwerî ya Sunneyan kom bû, bi tevlêbûna rayedarên her sê koman civîneke çapemeniyê li dar xistiye.

Azariyî di dema civînê de diyar kiriye ku navê hevpeymana wan ava kiriye, “Rizgariya Niştimanî” ye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Azariyî her weha gotiye ku berbijêrê wan ê Serokomariyê, Wezîrê Karûbarê Hundir û Rêveberya Herêma Kurdistanê ya Iraqê Rêber Ahmed e û berbijêrê wan ê Serokwezîriyê jî Cafer es-Sadr e ku hîna Balyozê Iraqê yê li Ingilistanê ye. Cafer es-Sadr her weha kurê Muqteda Sadrî ye.

Hilbijartina Serokomariyê wê roja şemiyê pêk bê

Parlamentoya Iraqê wê roja şemiyê ji bo hilbijartina serokomariyê bicive. Piştî serokomar hate hilbijartin, ew serokomar divê di nava 15 rojan de namzetê serokomariyê erkdar bike û serokwezîrê nû jî di nava mehekê de kabîneya xwe saz bike. 

Ji bo berbijêrek bikaribe bibe Serokomar divê kêmanî ji sêyan duyên 329 parlamenteran dengên xwe bidinê. 

Li Iraqê hilbijartina giştî di 10ê Çiriya Pêşiyê de pêk hatibûn. Lê ev pênc meh in Serokomar nehatiye hilbijatin û hikûmet ava nebûye. 

73 parlamenterên Koma Sadrî ya Şieyan hene ku bi navê Muqteda es-Sadrî tê zanîn. Koma Sadrî partiya yekem a Parlamentoya Iraqê e. 31 parlamenterên PDKyê û 60 jî yên Hevpeymaniya Serwerî ya Sunneyan hene. (AEK/FD) Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights