Piştî 4 sal û 4 mehan îro li 5emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Meletî yekemîn rûniştina doza “bûyera nexweşxaneyê” ku endamên malbata Şenyaşar hatibûn kuştin birêve diçe. Di dozê de 19 kes bi tometa kuştina Hacî Eswed Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar tên darizandin.