ANASAYFAKÜRDİSTANSOZ-DER: Xetereya herî mezin a li ser Kurdî 'xwebişaftin' e

SOZ-DER: Xetereya herî mezin a li ser Kurdî ‘xwebişaftin’ e

Komeleya SOZ-DERê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya ziman ne tenê polîtîkayên asîmîlasyonê, lê belê “xwebişaftina” di nav saziyên Kurdan de ye.

MÊRDÎN – Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER), bi helkefta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek belav kir. SOZ-DERê di daxuyaniya xwe de rexneyên tund li siyasetmedar û saziyên Kurd girtin û bang kir ku ziman ji çarçoveya sloganên vala bê derxistin.

‘Zimanê ku neyê axaftin ber bi mirinê ve diçe’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zimanê Kurdî sedsalek e di bin dorpêça polîtîkayên asîmîlasyonê de ye, lê hişyarî hate dayîn ku metirsiya herî mezin ji hundir ve tê. SOZ-DERê diyar kir ku zimanek çiqas kevnar be jî, heke di jiyana rojane de neyê axaftin û nivîsandin, windabûna wî neçar e.

Komeleyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xalên krîtîk:

• Xwebişaftin: Rehvedana zimanê serdest di nav sazî û siyasetmedarên Kurd de xetereyeke mezin e.

• Dûrtiya ji Sloganên Vala: Gotina “Ziman xeta sor e” têrê nake; divê ev yek di pratîkê de, di civîn û medyayê de bi axaftina Kurdî bê îsbatkirin.

• Derûniya Bindestiyê: Dîtina zimanê serdest wekî amûreke “bilindbûnê” xefikeke hişmendiyê ye ku divê civak jê rizgar bibe.

‘Êdî hincet nayên qebûlkirin’

SOZ-DERê destnîşan kir ku di serdema îro de îmkênên hînbûn û ragihandinê gelek in û êdî hincetên wekî “derfet tune ne” nayên qebûlkirin. Komeleyê bang li hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl kir ku Kurdî bikin zimanê sereke yê xebatên xwe.

‘Ziman hebûna me ye’

Daxuyanî bi bangeke neteweyî bi dawî bû: “Heta ku em di nav xwe de Kurdî nekin zimanê sereke, em nikarin wê bi awayekî rast biparêzin. Zimanê me hebûna me ye, hebûna xwe biparêzin!”

SOZ-DERê di dawiyê de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li hemû gelan pîroz kir û daxwaz kir ku xwedîderketina li ziman ne tenê bi daxwazan, lê bi “jiyandinê” pêk were.

Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel

AKTÜEL