Ana SayfaŞERVANÊ BIRÎTANÎ YÊ YPG Ê CANÊ XWE JI DEST DA

ŞERVANÊ BIRÎTANÎ YÊ YPG Ê CANÊ XWE JI DEST DA

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê birîtanî Ryan Lock canê xwe ji dest da.

Pêşketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YGP) pêşengiya wê dike, di çarçoveya pêngava “Xezeba Firatê” de berdewam e.

Di operasyona bi alîkariya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de şervanê YPGê yê birîtanî Ryan Lock jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya The Guardianê şervanê YPGê Ryan Lock di 21ê Kanûna 2016an de li nêzîk gundê Caber yê Reqayê de canê xwe ji dest daye.

Bavê Ryan Lock ragihand: “Ryen dixwest alîkariya hemû mirovan bike. Ew yekî gelek dilovan bû. Dilê wî wek zêr bû.”

Ryan pêştir jî di encama êrişên firokeyên Tirkiyê de birîndar bibû.

Roja 06.11.2016 Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi alîkariya Hevpeymanan Operasyona Kontrolkirina Reqayê ji destê DAIŞê ragihand. Heta niha jî hejmarek ji gundan li derdora Reqayê kontrol kirine.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights