Serokê Platforma Moskowê ya Dijbereya Sûriyê Qedrî Cemîl daxwaz kir, ku PYD jî tevlî danûstanên Cinêvê bibe.
Serokê Platforma Moskowê ya Dijbereya Sûriyê Qedrî Cemîl ji Rûdawê re got, ku mjarên li Cinêvê tên gotûbêjkirin ji paşeroja Sûriyê re gring in, lewra daxwaz kir ku hemû aliyên mûxalefetê bên vexwendin, daku şandeke yekgirtî ya dijbereyê were avakirin û nûnertiya hemû aliyan bike.
Cemîl got; “Şanda me ya beşdar bi serokatiya hevalê me Hemzê Minzir e, ez jî li Cinêv im wek Serokê Platforma Moskowê. Em daxwaza danûstaninên rasterast bi rêjêmê re dikin, bo bicihkirina biryara navdewletî ya jimare 2254, daku em bikaribin danûstaninên rasterast bikin. Divê şandeke yekgirtî ya dijbereyê hebe, bê ku ti alî bêne dûrxistin û bê ku ti alieykî opozsiyonê xwe bi tenê xwedî biryar bibîne.”
Derbarê nevexwendina PYDê de jî Qedrî Cemîl wiha axivî:
“PYDê û aliyên din pêkhateyên gelê Sûriyê ne û şerê çekdarî dijî terora DAIŞê dikin. Em daxwaz amadebûna her aliyekî dikin û bêguman PYD jî di nav de. Lê em dibînin ku çend aliyên dijbereyê hatine dûrxistin. Em kêfxweş in ku em hatine vexwendin. Lê di heman demê de em ne kêfxweş in, ji ber ku çend alî hatine dûrxistin.”
Serokê Platforma Moskowê ya Dijbereya Sûriyê Qedrî Cemîl daxuyand ku ew daxwaz dikin şandeke yekgirtî ya mûxalefetê heebe û wiha got; “Divê Kurd û PYDê bêne vexwendin, bi awayekî ku nûneratiya dijbereya Sûriyê bê kêmanî bê kirin. Ji ber ku ev pirsên ku li Cinêvê têne gotubêjkirin, ji bo siberoja Sûriyê giring û çarenivîsaz in.”
Rûdaw