14/01/2026
DESTPÊKBIJARTE YÊN MARXSerdem a Ewilî yan Marx

Serdem a Ewilî yan Marx

Nivîsên Marx ê serdema ewilîn, nîşanê me didin ku ramanên Marx çawa perisîne materyalîzm a dîrokî. Ev berhem berî marxisme hatine nivîsandin lê ji bo em marksîzmê fahm bikin bingehîn e.

Nivîsên Marx ê serdema ewilîn, nîşanê me didin ku ramanên Marx çawa perisîne materyalîzm a dîrokî. Ev berhem berî marxisme hatine nivîsandin lê ji bo em marksîzmê fahm bikin bingehîn e. Di vê serdemê de Marx dibêje ku têkiliyên berhemdar a mirov bi xwezayê bingeha hemû çalakîyan e. Li gor Engels fikrên Marx ji sê çavkanîyan xweyî dibe: îdealîzm a Almanî, Polîtîk teorîyan Fransî û  îqtîsad a klasîk a Îngîlîzî. Bi taybetî heya ku sala 1844an Marx bi felsefeyan Almanî, bi taybetî jî bi Hegel re dikeve nav hesabekî giran.  Piştî ku wî li Parîsê rawest, bala xwe da ser sosyalîzma Fransî û  îqtîsada Îngilîzî.

Marx di ciwanîyan xwe de li ser xêza îdealîst e. Sîstema Hegel dîrokayî, geşedan a hiş û ramanên wî yên li ser dîyelektikê hatibûn avakirin bi taybetî jî rêgezan Hegel a ku her asta dîrokî asteke berê di hundir de dihêle û bi ser wîya derbas dibe (Aufhebung), di çarçoveya ramanên pêşîn ên Marx de cihê sereke digire. “Aufhebung” li ser çarçoveyan ramanên Marx gelek bi bandorin.

Hegelyanên Ciwan hêza rexneyî yên Hegel  xebat pêk anîn û ev raman ji alîyên ol, sîyaset û civatê de fireh kirin û pêş xistin. Marx jî di navberan van niqaşande gîhîştê. Di akademîyêde şixulan wî yan yekem, teza doktoraya wî de şopên vê bandorî yê xwîyane.

Piştî ku Bruno Bauer ji zaningehê dûr xistin, Marx dev ji karbendîyan akademî yê berda û di ‘Rheinische Zeitun’ê de dest bi rojnamevaniyê kir. Li vir bi dest girtina pirsgirêkên civakî wek kesîdeyî kirinan daristan a û belengazîyan rezwanan, Marx bi van mijaran cara ewilî berê xwe da meseleyên aborî. Dû re bi girtinan rojnameyê Marx dîsa vegerîya felsefê û li ser Şoreşa Fransî û fikrên Feuerbach mijûl bû.

Di veguhertina ramanên Marx de bandorî yan Feuerbach xwedîyên cihekî krîtîk e. Li gor Feuerbach , insan, wesf û hêzên xwe yên afirînêrî îdealîze dike û di hundirê heyîneke navê wî kirîye xwede de bi cîh dike: lewma însan ji bo bigehîjî xwe divê ku bigehîje hişmendî yan vê bîyanîtîyê. Marx, rêgezan Feuerbach a ku “ hebûn berî raman tê”  qebûl kir û bi ev rêgez di dahurandina sdewlet, burokrasî û demokrasîyê de bikar anîn. Bi vê qebûl kirinê Marx guherîna civakî li ser bingehê daringî di fikire û şîrove dike.

Marx di sala 1843an de li Parîse bi cîh dibe û du berhemên girîng  digire dest. Di nivîsan xwe yan “ Li ser Pirsgirêka Yahûdî yan” de Bruno Bauer rexne kir û got pêşketina mafên sîyasî ne azadîye ke rast e. Dijberî yan kesekî di dewletê de azad û di qadan aborî de guherîna wî yan tenêtîyê û hevrikîyê derdixe holê. Ya din jî a ku wek pêşgotina destpêka rexneyîyan Hegel, bi nav kir ku kirdeyan mirovatîyê azad bike proleterya ye. Marx, şûnde mayîne Almanyayê ji bo proleterya û felsefeyan misoger bîgîhîje hev wek fersende kî dît û parast.

Di sala 1844an de Marx berê xwe dide polîtîk îqtîsadê û destnivîsarên wî yên felsefî û aborî derdikevin holê. Ev berhem di şixulên Marx ê ewilî de a herî berfirehî ye. Bi têgehan bîyanîbûn(dûr ketim) ê navdar dibe. Li gor Marx kedan bîyanî bûnê bi çar awayî dertê holê:

  1. Karker ji berê ku hildiberîne
  2. Ji pêvajoyan hilberînê
  3. Ji hebûna xwe
  4. Ji însanan(civakê) dûr dikeve.   

Marx dû re sosyalîstê Fransî û nêzîkayî yan “ Komunîzm a prîmîtîv” rexne dike. Li şuna wê Komunîzme ke pêşketî raber dike. Di beşa dawiyê de jî li ser Hegel rexne û teqdîrên wî cîh digirin. Lê ev nivîsana hîn şertên daringî di hundirê xwe de nahewînin. Jiber van kêmasîyan Marx ji bo Komunîzmê bi awayekî sîstematîk li ser şertên daringî bide rûniştin şixulên girîng pêkanîn. (McLellan, 2000)

Verger: Fidel & Xweza

Kaynakça

McLellan, D. (Ed.). (2000). Karl Marx: Selected writings (2nd ed.). Oxford University Press.

GIŞTÎ