Naxwazim di evê nivîsînê de, behsê dîroka tejî tirajîdî ya Êzidyan bi kem, çunke em hemû baş di zanîn di drêjahya mêjoya Êzidyan de, bi piraktîk çend caran hewlên cînusayid û tonekirna wan hatiye encamdan, dawî car li ber çavên cîhaneka vekirî, cîhana teknelojyayê, cîhana mafê mirovî û dîmukrasyetê, cîhana derfetên derbirînên azad, pîr û xurt, jin û zarok çawan nirxên wan yên mirovbûnê hatine binpêkirin û bi krêtirîn şêwaz kerameta wan hate şikandin.
Cemal Çelkî / Başur
Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 9
Ew dîmenên reva Êzidyan çi caran li bîra mirovî naçin, çaxê mirovên dironde, mirovên kirêt, mirovên têr ji vê cîhanê, mirovên xwazyarên leza pêkînana sefera cîhaneka din, bi dilên xwe yên reş hemû cîhan reş kirm, bê sinur, bê sansor, ên vekirî mucahidên xwe kişkirne Gelê meyê Êzidî, di encam de qirkirin, revandin, kuştin, ser birin, krêtkirin rastî civaka Êzidî kirin, heta îro jî hêşt bi hizaran qîzên wan dinav destên Da’şên hov dane û çarenivîsê wan nehatiye aşkirakirin, birînên wan gelek û gelek yên koyrin û bi asanî nahêne sarêşkirin.
Zêdetirî şeş salane Êzidî nikarin azad li ser axa xwe bijîn, bi hizaran malbatên wan di rewşa penaberyê de, di nava kempên bê xizmetguzrayên pîtvî de li cihên cuda cuda jiyana xwe derbas di ken, her roj ew di nava cînusaydan de dijîn, rojên wan, şevên wan, xewnên wan cînusayidin, berdewam hest bi bêxwedî bûnê di ken, wesan di hizrin ku ew yên bê pişt û penane, çi kes û çi alyek naxwazît bi hezkirin ve wan rakêşîte ber hemêza xwe û bi dilovanî serederyê digel de pîşan det, ew li benda dilovanyê ne, li benda hindê ne bi dil û can jiwan re bihête gutin, em birayên hevîn, hûn kezeba mene, hûn xwîna mene, di binekuka xwe de babkalkên me êkin,Êzidî iha çaverêya evê çendê diken..!
Kartêkirnên nîgetîf yên hingaftina saykulojyeta Êzidyan:
Di hêlên saykulojî de Êzidî yên hatye hingaftin, mitmana wan bi çikes û alyan nemaye, ew di wan bîrkirnan dane, ku kesek digel wan yê rastgo nîne, kes ji dil bi viyan û hezkirin nêzî wan nabît, di xwandinên wan de buçûnên herî zêde ewin, ku ew dhêne bikarînan bu mebestên bertesk û şerminok, mixabin demeke dinav wan de,gelek dengên neşaz bilind bûne, dixwazin înkara kurdbûna xwe ragehînin, dixwazin ji Kurdistanî bûna xwe yaxî xwe bi dene hesibandin, hejmareka zur ji pêkhata Êzidyan întîmaia wan jibuy ax û netewey ya lewaz û berf nemanê di çît, eve hejî helbet ya bê hukar nîne..!
Rastiyek ya hey nabît bihête înkarkirin, Kurdên musilman heta evên siyasetê jî diken, gelek jiwane helgirên zihnyeteka paşverone, bêguman ew zihnyet ya bi reftarên wan ve diyar û xweyaye, renge hin caran jî bi zelalî di wan derbaran de helwîstên berçav heb, nkurdekê musliman eger hêşt helgrê ewê bîrokê bît, ku Êzidî miletekê pîsin û xudê bîs yên dayn û dê her pîs mînin, evî mejyê genî çawan dayelok digel de bi hête encamdan, eha ev zihniyeteye lêktirazan û derzan di êxîte dipêşya piroseya pêkve jiyana aştyane û şik bûna Êzidyan di kurdbûna xwe de..!
Deshelata Başorê Kurdistanê nikarîn bi zihniyeta caran vegerît deverên Êzidyan:
Li başorê Kurdistanê gereke siyaseta çawanya serederyê digel Êzidyan bihête guhartin, wate pêşdabirna byavên hizrî giringtirin ji pêşveçûnên leşkerî û pirosên çekdarkirnê û durpêckirna hşên wan di lulya tivengê û çekî re, ew siyaseta berî niha ji alyê deshelatdarên herêma Kurdistanê ve hatye peyrewkirin li deverên Êzidyan siyaseta avakirna takî ne bûye, gelek caran me rastewxo yan nerastewxo li Êzidyan bihîstî ye, ku ew bi mamele û reftarên hin hêzan yên nerihet û dilgiran bûne, ew reftarên neşyaw jî mimkine derbirê ji siyaseta bngehîn ya wan alyan neken, di esas de baweryên wan yên kesukî bin her çawa bît eve weke nwînerên wan alyên çekdar dihêne dîtin,şaşyên wan yên kesukî li ser wan alyan bi giranî weke xalên reş dihêne tumarkirin, bngeha durkeftina hin Êzidyan vedigern ji buy evê siyaseta siqet û îflîc bwyî..!
Dem yê hatî em jixwe bi pirsîn, çima me ew dever hemî bê şer çulkirin؟ Eger kes hukarbin, çima ew weke sucdar nehatine sizadan؟ Eger jî nexşê siyasî li wê deverê bi wî away hatbûye bingehkirin, bizanin ev rewşa îro li wê deverê hatye pêş berhem û bersva ewê çendê ye, di esas de ew dever di dema xwe de, hemî di bin kuntirola hêzên herêma Kurdistanê de bûn, bi dehan salan rêveberya ewan deveran di kirin, îro jî hin zehmetyên mezn hatîne pêş, bi çi rengan nikarin vegerne ewan deveran, lewra jî pena ya birye ber morkirna rêkeftinê digel Îraqê di derbarê asaykirna rewşa Şengalê de.
Deshelata Kurdî nabît bi heman zihniyeta caran bxwazît vegerîte deverên Êzidyan, çunke hebûna wan bi awayên caran nahête qebulkirin, pirsa Êzidyan piştî evê Fermana dawyê ya bûye pirseka nîv netewî, di her warî de agehyên siyaseta dewlî li ser rewşa Şengalê û Êzidyan hene, dîsan jî Êzidî hem li herêmê hem jî l Îraqê hem jî li cîhanê bûne xwedî deng,curekê huşyar bûnê cihê xwe dinava hemû civatên wan de vewijartî ye, wate Êzidyên îro ne Êzidyên berî fermana dawyê ne, desheladarên başor fere pêdaçûnekê di xwe de biken, bi rengekê vekirî xwe rexneken û bîrê di vekirna laperekê nwî de bi dene pêş xwe rexnekirin û xwe nwîkirin take rêke ji buy vegerandina mitmana xelkê deverên Êzidyan.
Piştî şeş salan rêkeftin di nîvbera bexda û herêmê li dor rewşa şengalê:
Şeş salin Êzidî liŞengalê bitinê hêlay, taze rayedarên Bexda û Herêmê di derbarê normalkirna rewşa Şengalê de, roja şembî rêkeftî (10/10/2020) ê rêkeftinek îmzakir, xema herî mezin di rêkeftinê de ewe kî û çawan îdaredana Şengalê bi hêtekirin, li tengavyê de her du alî dibêdeng bûn,ew hemî êş û azar bi serê Êzidyan hatîn, carekê bitinê jî nexwastin bi awayekê fermî rewşa ewan deveran pêxne rojava xwe û bîrê di çareserya prsgirêka wan de biken.
Ya berçave ku deverên Êzidyan yên hatye wêrankirin, hêşt bi hizaran qîzên Êzidyan di destên Da’şê dane, beşê here zurê Êzidyan niha dinav kempan de dwîr ji cih û warên bab û kalên xwe jiyana xwe derbas diken, deverên wan mirov dikarît bêjît yên çulin û berdewamya jiyaneka asayê ya bê girift nehatye çêgîrkirin, pirsa (danan, sepandin, helbijartin) ya qaymiqamekê hin babetekê giring nîne li cem Êzidyan, jiberku ew pirs çi li derdeseryên wan kêminaket û çi girêdan jî bi xem û xwastîkên wan ve nîne.!
Eger mirov li her Êzidyekê bi pirsît, ka pirsgirêkên hewe yên evê qûnaxê çne؟ Renge gelek bi zelalî bêjît: berî her tiştekê derfetê biden em vegerîn ser çih û warên xwe,li dwîf şiyanan destekên madî biden me em dîsan cih û malên xrab buyî serlinwî çêkeyn û avakeyne ve, xzmetguzaryên mîna (elktirîk, av, rêgawban) bihêne pêşkêşkirin, bi evan xalan jiyan dê hête nurmalkirin, piştî evê çendê Êzidyan destvekirî ken ew rêveberyekê li gur dilê xwe avaken, gelek ya giringe taybetmendiya Êzidyan bihête parastin, maytêkirin di karubarên wan de di hemû byavekê de dê verêjên nîgetîf hebin.
Weke di rêkeftnê de hatî îmajekirin ku carek din pêkhatên din yên cekdar û leşkerî bihêne pêkînan, bi mebestên peydakrna asayş û êminahya deverê ،ev xale dhêt wê ramanê، ku enyet hene dxwazn bi heman staylê caran serederyê dgel deverê biken, divan şeş salan de xelkek li wan deveran heye, bi hin awayan xwe birêvediben,weke dihête zanîn hêzên Îraqî jî li wan deveran hene, ya giring ewe hemahengî digel ewê rêveberyê hatbayekirin, heta hemî xelk vedgerya sercihên xwe, paşan bi rêkên medenî û dîmukratî derfet bw giştan hatbaye rexsandin rêveberyek yasayî û rewa ji xwe re pêkbînin.
Gereke êzidî di rêkeftina bexda û herêmê de alyê serekîban:
Pirsgirêk pirsgirêka Êzidyane, ziyanên madî û giyanî yên deverê, Êzidyan baca wan ya day, xelkê hatye êşandin û malwêrankirin Êzidîne, girtiyên di destên Da’şan her Êzidîne, xelkê dinava kempan de dijîn dîsan Êzidîne, aya mequle rêkeftinek bihête morkirin, xelkê me yê elqedar alyê serekî nebît yê rêkeftnê, eger mirov bi huyrî li xalên rêketnê mêzeket, dê baş bu xweya bît, ku xelkê Êzidî ji naveroka rêkeftinê yê bê agehe.!
Êzidî weke pêkhat xwedyê mudêleka taybetin di hêla xwe rêvebrnê de, di bwarên olî de wan (mîr, civata rohanî, feqîr, şêx) yên heyn di biwarên leşkerî de jî wan gelek kesayetyên leşkerî û teşkîlatên cuda cuda yên heyn, di biwarên rewşenbîrî û ekadmî de wan sedan kesayetyên hêja û berkeftî yên heyn, dinava damudez gehên hikumetê û pelementuyê de jî nwînerên wan hene, dinava hizb û alyên siyasî de kewadirên jêhatî yên Êzidyan hene, başe çima rawêj û îstîşare bi evan hemyan nehatyekirin, eve eger bi zanîbûn hatbîtekirin wate bila kes libenda çareserya bingehîn ya pirsgrêka Êzidyan nebît, eger ne bizanîbûn bît derfet ya may evî mafî bidene Êzidyan bixwe pirsgirêka xwe çareserken.
Dwîkêla bumbên turkya dinav rêkeftinê de dihête hestpêkirin:
Berî evê rêkeftinê jî Turkiya çendîn çalakyên leşkerî li ewê deverê encamdan, gelek kesên bi bandur jî bûne qurbanî, livê dawyê jî bi awayekê aşkira gefên lêdana Şengalê dxwastin, liser evê mijarê Turkiya ya rijde û di gelek biyavan da hewlên cîbecîkirna xwastîkên xwe di ket li deverê, ev rêkefitna hatye murkirin di nîvbera Bexda û Herêmê de, şiyn destên siyaseta Turkya gelek bi rohnî pêve dyar û xweyane.
Rêkefitn di tewerê eulehyê de dibêjît: pulîs û asays û hewalgîrî dê bi erkên parastina deverê rabin, çekdarên heta niha rol li wê deverê hey hemî dê li navendên bajarî hêne durêxistin, hejmareka din ya xelkê dê hêne çekdarkirin, ew alî û xelkê nêzî eaydîwlojya Paritya Karkerên Kurdistanê, bi çi rengan nikarin cihê xwe bibînin dinaf wan pêkhatên leşkerî de evên ku biryare ser lnwî bihêne damezrandin, dîsan di hin mlên din de kar yêt hêtekirin ew bi temamî li deverê bihêne ramalîn û çansê hindê nebît ew li Şengalê û derdurên deverê bibne xwedî rol di rêvebrnê de.
Ev bergrafa liserî me amajekrî ji xeyrî razîkirna Turkya hîç ramaneka din nagehînît, naveroka wê jî çi peywendî bi êş û azarên Şengalya û Êzidyan ve nîne, belku fişar û bandora Turkya ye liser darştina rêkeftnê, verêjên evê rêkeftnê dê gelek û gelek yên nîgetîf bin, çunke evê nêrînê derfeta dayelok û lêktêgehiştinê ya binbirkirî, wate dergehê şerî û zimanê hêzê lipêşya cîbecîkirna rêkeftnê ye,di evê hawkêşê de tinê dagîrkerên Kurdistanê sodmendin..!
Dever bergê cînusayd û şerekê din nagirît:
Hêzên li ewê deverê bûye xwedî hebûn, bi praktîk yê erkên îdaredanê digêrin,liciha zimanî şerî fere zimanê dayelokê bihête bikaranîn, di heman dem de supasya ked û qurbanyên wan bihêtekirin, paşan jibuy pêkînana gohrînan digel hemû alyekê bikevne giftogoyan, bi evê çendê mimkine guncawtrîn mîkanîzm jibuy çareserya pirsgrêkên bingehîn bibîte ryalîte, husan jî dever dê li pêşbînya cînusayd û şerekê din hête parastin.
Serederî digel rewşa deverê bi zmanê zivir û tejî hesasyet dê malwêranyê liduyf xwe înît, eger bi lojîkane herêm dîrasa etmusferên deverê biket, pêtvyatya wan bi çi alyan nabît, wî çaxî dê rêk li fişar û destêwerdanên Turkya jî hête girtin, di heman dem dajî bîrkirnên Îraqçiyatya bertesk jî dê jihulê hêne rakirin, di encaman dajî dê herêm bi hêz hête nîşadan, başe hêzên eleqedar bi hestyarî rewşê bişupînin, daku derfetên dihêne pêş rêkê li boyerên xwînawî û tirajîdî bigrin.
Bila em berjoendên bertesk yên hizbî û kesokî bideyne alyekê, berjwenda Êzidyan û xelkê deverê bikeyne bingeha kar û xebatên xwe yên çareserkirna pirsgrêkan, bikarînana xelkê deverê weke kerstek bo êklayikirna milmilane û dûberekyan, guneheka mezne di derheqê Êzidyan de, wîjdana mirovî evê çendê na pejirînît, berçav wergirtina taybetmendiya Êzidyan gelek ya girnge, bila êdî em wan azadkeyn di helbjartin û destnîşankirna rêveberyek nwî de, em tinê dikarîn fakterekê harîkarbîn nek fişara liser wan pêkbînîn bo mebestên hejandin û hejarkirna Êzidyan.
PDF Sayfalara ulaşmak için resimlerin üzerine tıklayın