Êzidî her sal di 19’ê Sibatê de Cejna Xidir Îlyas, ku wekî cejna “Bêxwîn” jî tê naskirin, bi rîtuelên qedîm û pîroz pîroz dikin. Ev cejn ji bo civaka Êzidî tê wateya nûbûna xwezayê, şînbûna tovên di axê de û mîtolojiya nemiriyê.
Cejna Xidir Îlyas ku dikeve roja 19’ê Sibatê, bi taybetmendiya xwe ya “bêxwîn” tê naskirin. Êzidî di dema vê cejnê de sê rojan rojî digirin û di van sê rojan de bi tu awayî xwarinên ji heywanan (goşt, şîr, mast û hwd.) naxwin. Di baweriya Êzidîtiyê de di van rojan de rijandina xwînê qedexe ye; lewma ev cejn wekî sembola aştiyê û parastina caneweran tê dîtin.
Li gorî rîwayetan, padîşahekî ji Xidir Îlyas dixwaze ku “ava nemiriyê” jê re bibîne. Xidir Îlyas piştî gelek ger û geştan avê dibîne û tîne. Lê dema ku padîşah dixwaze avê vexwe, dûpişkek wî vedide û padîşah dimire. Ava nemiriyê dirije bin dareke zeytûnê (ku lewma darên zeytûnê her dem kesk dimînin) û pariya dawî ya avê jî Xidir Îlyas vedixwe. Bi vî rengî Xidir Îlyas dibe nemir.
Piştî mirina padîşah, diya wî fermana şewitandina 7 gundên Êzidiyan dide. Di van şewatan de hemû embarên dexl û dên (genim, nîsk, nok, kuncî) dişewitin. Xidir Îlyas ji nav agir sax derdikeve û dibe mizgîniya jiyaneke nû.
Di amadekariyên cejnê de rîtuelên balkêş hene:
• Qelendok: Genim û dexlên din li ser sêlê tên qelandin û pêşkêşî mêvanan û zarokan tê kirin.
• Sivik: 7 cureyên dexl (carinan heta 40 cureyî diçe) tên qelandin û di destaran de tên hêrandin. Ev ardê pîroz (sivik) di sêniyekê de tê danîn û bi kiresekî spî tê nixumandin. Tê bawer kirin ku Xidir Îlyas bi hespê xwe yê spî di ser re derbas dibe û şopa simê hespê wî li ser ard nîşana bereketa wê malê ye.
• Nanên Şor û Xewnên Gencan: Ciwan nanên şor (kurabiyeyên bi xwê) dixwin û bêyî ku avê vexwin radizên. Di xewna xwe de kî avê bide wan, tê bawer kirin ku ew kes dê bibe nesîbê jiyana wan.
Ev cejn tenê rîtuelek olî nîne, di heman demê de cejna “Cemre”yê ye. Di vê demê de germî dikeve axê, tov şîn dibin û xweza xwe nû dike.
• Qutkirina Por: Jin di vê rojê de porê xwe hinekî jê dikin ku ev wekî nûbûna bedenê û jêkirina êşên salê tê dîtin.
• Qedexeya Rêwîtiyê: Di roja cejnê de rêwîtiya dûr nayê kirin. Armanc ew e ku mirov zirarê nede canewerên ku nû ji xewa zivistanê şiyar bûne û bereketa li hawirdora xwe bibîne.
Cejna Xidir Îlyas, bi xwarina Simate (xwarina ji genim û nikan) û serdana hevdu bi dawî dibe, ku wekî peyama herî mezin a jiyanê, “nemirî û pirbûnê” di dilê Êzidiyan de zindî dihêle.
/Nûçe: Mordem Zel/
Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel
