Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊŞebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin

Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de bi iddiaya ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” û “Dewleta Komara Tirkiyeyê û dezgeh û saziyên wê piçûk xistiye” duh Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Yekitiya Doktorên Tirkan(TTB) û Pispora Tipa Edlî hatibû desteserkirin.

Li gorî agahiyên di saetên sibê de dane parêzerên TTByê, piştî kontrola tendursitiyê di saet 07.00an de Prof.Dr. Şebnem Korûr Fîncanci birine edliyeyê.

Dozgeriyê piştî îfadeya Korur-Fîncancîyê stendiye ku 4 saet dewam kiriye bi daxwaza girtinê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” sewqî Dadgeriya Cezê û Aştiyê kiriye.

Dadgehê biryara girtina Şebnem Korûr Fîncanciyê daye û şandine Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê.

Çi bûbû?

Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:

“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”

Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.

Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”

Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”

Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin. (RT/AY) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights