Berdevk û rêveberên Saziyên Zimanê Kurdî bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî, bang li gel kirin ku beşdarî meşa Amedê bibin û gotin: “Ziman xelata dil e, zimanê min dilê min e. Ji bo xelata dilê xwe û dilê we, 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya dayîkê ya cîhanê em ê bi hev re pîroz bikin.”
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo meş û daxuyaniya bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî, bang li gelê Amedê kirin.
Endamê Komîsyona Ziman a OHDê Mehmet Emîn Gokdemîr, Berdevka Meclîsa Ziman a Konseya Bajêr Leylana Sidiq, Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglu, mamosteya zimanê Kurdî û rêvebera MED-DERê Dîlan Guvenç û Berdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan ji Ajansa Welat re axivîn û bal kişandin ser mafên ziman.
Rêveberên saziyan diyar kirin ku zimanê Kurdî ji bo ku ji windabûnê rizgar bibe û di jiyana gelemperî de bibe xwedî bandor, divê bibe xwedî statuyeke fermî û perwerdehiya bi Kurdî di hemû qonaxên perwerdehiyê de were qebûlkirin.
‘Ziman hebûn û kesayetiya me ye’
Rêveberên saziyan destnîşan kirin ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de hebûn û nasnameya mirovan e û gotin:
“Ziman xelata dil e, zimanê min dilê min e. Ji bo xelata dilê xwe û dilê we, 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya dayîkê ya cîhanê em ê bi hev re pîroz bikin. Statuya zimanê xwe, perwerdehiya zimanê xwe bi hev re bixwazin. Hûn jî werin, li zimanê xwe xwedî derkevin. Zimanê we kesayetiya we ye, hebûna we ye. 21ê Sibatê roja Şemiyê bi şiyara ‘Statuya zimanê Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’ em ê li qadan bin. Meş û daxuyaniya me saet 12:00an de li ber avahiya DBPê (Oryil) heta ber AZC Plazayê berdewam bike. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye.”
“Înkarkirina kurdî bû polîtîkayeke dewletê”

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevserokê ARÎ-DERê Mazlum Tenha jî diyar kir ku zimanê Kurdî bi zehmetiyan û înkarê re rû bi rû ye û banga beşdarbûna meşa ku dê di 21ê Sibatê de bê lidarxistin kir.
Tenha diyar kir ku 21’ê Sibatê ji bo gelê Kurd girîng e ji ber ku Kurdî nêzîkî sedsalekê zimanekî qedexekirî bûye û got: “Zimanê Kurdî bi zehmetî û înkarkirinê re rû bi rû ma û gihîştiye vê astê. Yên ku bi vî zimanî diaxivîn bi qedexeyan re rû bi rû man, rastî gelek cezayên curbicur hatin û îşkence li wan hat kirin. Û ev rewş li Tirkiyeyê bû polîtîkayeke dewletê.” Tenha bi bîr xist ku Tirkiye bi rêya qanûnan perwerdehiya bi zimanên bindest asteng dike û got:
“Xala 42’yemîn a Destûra Bingehîn ji bilî Tirkî tu zimanekî din nas nake û hemû polîtîka li gorî wê têne bicîhanîn. Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê her tim hatiye bindestkirin. Ji ber vê yekê, 21’ê Sibatê ji bo zimanê Kurdî rojek girîng e. Wekî mafekî xwezayî û mirovî, em hem zimanê xwe û hem jî vê rojê diparêzin.”
Tenha ku banga beşdarbûna meşa ku dê di 21’ê Sibatê de ji Dortyolê heta Parka Yilmaz Guney bê lidarxistin kir, got: “Em hemû gelê xwe vedixwînin meşa ku em ê li dar bixin.”
Kaynak: bianet
