Ana SayfaGIŞTÎROJNAMEGER ASLI CEREN ASLAN LI RIHAYÊ HAT GIRTIN

ROJNAMEGER ASLI CEREN ASLAN LI RIHAYÊ HAT GIRTIN

Mudira Karên Nivîsan ya Rojnameya Ozgur Gelecekê Asli Ceren Aslan ku ji bo şopandina nûçeyên derbarê geşedanên li Sûrî û Rojava çûbû Rihayê, li wir hat binçavkirin. Aslan bi îdiaya xeta “sînor îxlal kiriye” û “endama rêxistinê ye” ve hat girtin.

Mudira Karên Nivîsan ya Rojnameya Ozgur Gelecekê Asli Ceren Aslan li Rihayê hat girtin.

Rojnameya Ozgur Gelecekê duh ragihand ku Asli Ceren Aslana ku 9ê Sibatê de hatibû binçavkirin, piştî binçavkirina bi rojan hatiye girtin.

Aslan ji bo şopandina nûçeyên derbarê geşedanên li Sûrî û Rojava çûbû Rihayê.

“Îxlalkirina xeta sînor” û “endamdita rêxistinê”

Aslan bi “îxlalkirina xeta sînor” û “endamdita rêxistinê” hat sûcdarkirin, lê wê van sûcan red kirin. Wê ragihand ku ji bo şopandina nûçeyan hewl daye ku ji sînor derbas bibe.

“Dema binçavkirinê hat tazîkirin û derbkirin”

Parêzerê Aslan Kubra Gunduz derbarê mijarê de ji bianetê re axivî û got: “Asla n dema karê xwe yê rojnamegeriyê pêkdianî, ji ber îxlalkirina xeta sînor hat binçavkirn. Herçiqas ku ti delîl nebe jî,  derbarê wê de bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ biryara girtinê hat dayîn.”

Parêzer Gunduz diyar kir ku rojnameger Aslan li Fermandariya Leşkeran a Serêkaniyê û li TEMa Rihayê dema binçavkirinê hatiyê tazîkirin û derbkirin û wiha got: “Bi awayekî bêhiqûq biryara girtinê hat dayîn. Mudira Karên Nivîsan a Ozgur Gelecekê ye û derbarê wê de gelek doz hatine vekirin. Dadgehê jî vê yekê esas girt û derbarê wê de biryara girtinê da.”

Asli Ceren Aslan şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.

(NÖ/YO) BİAnet

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights