1.Destpêk
Jêderka mirovahiyê Rojhilata Navîn, wek em pê dizanin herdem bûye navenda hêzên herêmî û kadî. Ev der ji ber hevbirîn a ol, nîjad, kom û çanda ye her tim bûye cîhê şer û dijberî yê. Ev der li dû şerê împeryal (şerê cîhanê yekem) de bi têk çûyîna qayserîyan Romê bi dest dewletên împeryal hatin parvekirin û sînor li gorî berjewendiyên xwe danîn. Û bi gelemperî sînorên em tê de dijîn hatine avakirin. Lê bi taybetî bi lihevkirina Lozan û Sykes-Pîcot ê ev herêm hate tevlîhevkirin û bingeha şerên bê dawî hatê avakirin.
Li dû ve dema dijvar bi destpêkirina şerên dû yemîn ê cîhanê li Rojhilata Navîn gelek dewletên mêtîngehî serbixwe bû. Di dema şerê sar de ev dewlet di bin bandora her dû devletên hegemonî de mane. Lewma di van demê de hegemonî yên herêmî wek Îran, Îsraîl, Tirkiyê, Erebîstana Seûdî projeyên xwe hemû li gor van hegemonên mezintir diafirand û amadekariyên wana dikir.
Lê di sedsala 21 yekem de bandora hêzên herêmî û kadî li Rojhilata Navîn perisî ye. Di salan 2011de bi destpêkirina “Biharan Erebî” rejîmên otorîter têk çûn. Li Lîbya, Sûrîyê û Yemen ê şerên navxweyî destpêkir. Bi mezinbûna vî şerrî hemû hezên kadî wek gurê har êrîşên herême kir. Bi taybetî şerên Sûriyê di vê mînakê de ji ber ku hebûna hemû hêzên kadî û herêmî bûye wek texteye kî kişik e (Setrenc). Û vê rewşa avayî yan jeopolîtîk a Rojhilata Navîn qurfbartir kirîye. 7e Cotmehan 2023an de êrîşa Hamas ya li dijê Îsraîlê û dûre êrîşa Îsraîlê bi firewanî li ser Gazze yê ev qurfbarî kûrtir kir. Serok wezîr ê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got: “ ev 11 Îlona Îsraîlê ye.” Li dû vê gotin ê, êrîşê ser Gazze yê kir û hevsengiyê Rojhilatê Navîn ser û bin kir. Îsraîlê bi tenê êrîşê Hamas nekir. Erîşê Hîzbûllahên Lîbyayê, Îran û Sûriyê jî kir. Vê êrîşa Îsraîlê dikira herêm tevde bikişanda nav şerekî mezintirîn. Di heman demê de li Sûrîyeyê HTŞê rejîma Esed têk bir û bi vê bûyerê derî li demek nû yan hevsengî yan herêmê vekir. Ji xeynî vê bandora veguherînen herêmê li ser pirsgirêka Kurdan jî zêdetir krîtîk bû. Rojava(Bakur û Rojhilatê Sûrîyê) demekê zêdetir e di bin kontrola HSD ê û PYD de bû. Bi alîkariya DYA û Hevalbendîyan dewletên Ewropa ji bo xweseriya Rojava dişixulîn. Lê van veguherînen herêmê ev şixulana him bi derfet him jî bi xetere kir. Di vê pêvajoyê de Kurd di navbera hêzên herêmî û kadî de mane. Ji wê belê em ê di vê gotarê de li ser bandora veguherînen herêmê û hevsengîyan hegemonî yan kadî û herêmî bisekinin û vê mijarê bidahurînin.
Hegemonên kadî( DYA, Rûsya, Çîn) ê herêmî (Tirkiyê, Îsraîl, Îran) di heman demê de çi stratejiya pêk tîne û bandora stratejîyên wa li ser pirsgirêka Kurdan çi ne? Ji xeynî wê ev şerên hegemonî li rojhilatê navîn wê çi pêşerojê û çi rêçê veke û di vê pêvajoyê de wê rolan Kurdan çi be? Em ê van herdu pirsa analîz bikin.
2.Hegemonî yan Kadî DYA, Rûsya û Çîn
Li Rojhilata Navîn Polîtîkayên : DYA, Rûsya û Çîn ê
Rojhilata Navîn, ji bo hegemonî yan kadî girîngtire. xwedî bûna çavkaniyên xweristî, pozîsyona stratejîk û hevsengîyan ewleheyî yan kadî ji aliyê hegomonên kadî ve girîng û krîtîk e. Ji ber ku dînamîkên vê herêmê teşe dide şerên hêzên kadî, li Rojhilata Navîn polîtîkayên hersê dewletên hegemonên kadî ne tenê li ser berjewendiyên herêmî ne. Em ê di vê beşa yekem de li ser van hersê dewleten xwedî yê hegemonî yan kadîne bisekinin. Polîtîkayên wana yên Rojhilatê Navîn analîz bikin.
2.1. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)
Li Rojhilata Navîn Polîtîkayên DYA yê: Ewleyî, Enerjî û Tekîlîyên Îsraîlê
Em pê dizanin ku ji sedsala 20an virde DYA yê alakadari yan xwe yên Rojhilata Navîn zêdetir kirîye û di dema şerê sar de li ser hevsengî yên ewlehi yan herêmê bi bandor bûye. Polîtîkayên DYA yê ku Rojhilata Navîn li ser parastina nîzama a heremê, ewlehiya çavkaniyên xweristî bi avayekî stratejîk û bi piştgirî ya Îsrail ê bilind dibe.
Amerîkayê ji êrîşa 11 Îlona salan 2001e virde bandorîyan xwe li Rojhilata Navîn zêdetir kir. Di heman demê de mudaxaleya leşkerî him li Iraq ê him jî li Afganistan ê kir. Bi van mudaxaleya Rojhilata Navîn ket bi bandora DYA yê. Şerê Iraq ê ne bi tenê ewlehiya yan Rojhilata Navîn di heman demê de hevsengî yan hêzên herêmî jî veguherandî ye. Wek bi mudaxaleya, Îranê jî li herême ji alî leşkerî ve tesîra xwe zêdetir kirîye û li hember DYA yê bûye xetere ke stratejîk.
Di van çend salên nêzde DYA yê stratejî yên xwê guhert û ji herêmê mînak Afganistan ê cîhe ku hêzên wê yên leşkerî lê hene paşve kişîya. Trump ji bo berjewendîyên Amerîka yê ev stratejî ya bikaranî û vê stratejî yê hêzên herêmî jî veguherandin. Lê li ser êrîşan Hamas, DYA dîsa mecbûr ma ku tevlê pirsgirêka Rojhilata Navîn bibe.
Armanca DYA yê ya din jî ewlehi yan enerjî û rezervên petrolê ye. Bandorî yan DYA yê ya ku li Rojhilata Navîn wek nîşana hegemonî yan wêna kadî ye. Ji wê belê DYA her tim bi dewletên herêmê re têkildar e û wan li gor stratejî yê xwe bikartîne. Tifaqa wê yên li Rojhilata Navîn bi dewletên wek Îsraîlê, Tirkiyê, Erebîstan a Seûdî re hegemonî yan wê li hemberê Rûsya û Çînê dest xurt dike.
2.2. RÛSYA
Li Rojhilata Navîn Polîtîkayên Rûsya yê
Li dû têk çûna Yekitîya Sovyet an, Rûsya yê li Rojhilata Navîn tesîra xwe winda kir. Lê sala 2000 de bi rêveberî yan Putîn ji bo tesîre xwe dîsa mezintir bike stratejî pêk anîne. Armanca Rûsya yê li hemberê hegemonî yan kadî a DYA yê li cîhanê bibe hevseng û çavkaniyên xweristî an enerjîyê bi parêze.
Di vê armanca xwede gava wê na herî mezintir di sala 2011 de tevlîbûna şerên navxweyî yên Sûrîyê û piştgirîya Esed bû. Vê gava û tekîlîyên wê yên bi Îranê re li Rojhilata Navîn bandora Rûsyayê dîsa mezintir kirîye.
Rûsya yê bi van tifaqa xwest ku hegemonî yan DYA yê bişkîne û li hemberê tifaqa wê û Îsraîlê li herêmê bibe alternatîfek nû. Lê di sala 2022de bi destpêkirina şerên Ûkranya yê hêz û dên a wê yan li ser Rojhilata Navîn qels kirîye. Lê dîsa jî Rûsya tekîlîyên xwe yê Rojhilata Navîn didomî û ji bo dewletên herêmî li hemberî DYAyê rola xwe yan alternatîf ê parastî ye.
2.3. ÇÎN
Li Rojhilata Navîn Polîtîkayên Çîn ê
Çîn li Rojhilata Navîn stratejî yên xwe li gor aborî û binesazî yê ava dike. Lewma têkiliyên Çîn ê ne wek Rûsya û DYA yê ne. Çîn armanca wêna yekem li Rojhilata Navîn wek cihekî hêzan xwe yan kadî yên aborî biperisîne mêze dike. Projeyan wê ya ku bi navê “ rê û quşak” li gor van stratejîyê wê pêk hatîye. Rojhilata Navîn di navbera Çîn û Ewropayê de wek pire kê ye. Armanca wê wek me li jor got ne leşkerî û polîtîk e armanca wê bi gelemperî aborî ye. Çîn ê li herêmê bi hilberînerên enerjiyê re peymanên dirêjtir îmze kirin e. Lê çiqas armanca Çîne ne leşkerî û polîtîk be jî ji bo berjewendîyên aborî dixwaze ku li vir bi quwet be. Hebûna Çîn ê ji bo herêmê bû ye rêç û alternatîfek nû.
3. Hegemonî yan Herêmî : Tirkiyê, Îran û Îsraîl
Rojhilata Navîn çiqas bi tesîra hegemonên kadî teşe bigre jî lê li herêmê jî hinek dewlet dixwazin ku hegemonî yan xwe ava bikin.Li Rojhilata Navîn em dikarin Îsraîl, Tirkiyê û Îran ê mînak bidin. Ev hersê dewlet jî dixwaze ku li herêmê peyvan wê bê guhdarkirin û wek rêber ên dewletên din bê qebûlkirin.
3.1. Li Rojhilata Navîn Polîtîkayên Tirkiyê
Tirkiyê dinav dewletên li herêmê de ji hêza herî xurttir yek e. Stratejî û polîtîkayên Tirkiye jiber ku pirsgirêka Kurd li gor vê pirsgirêkê teşe digire. Lewma stratejî xwê li ser ewlehiya û aborî dimeşînin.
Tirkiyê him ji ber ku pozîsyona xwe yan jeopolîtîk û him ji endamên NATOyê ye her tim bi dewletên Rojava yên Cîhanê re têkildar bûye. Lê van çend salên dawîn de ji ber ku bandorîyan xwe li Rojhilata Navîn zêdetir bike polîtîkayên xwe guhertin û biryarê serbixwe girtin. Tirkiyê ji ber ku dinav xwe de pirsgirêka Kurdan çareser nekir, naxwazi li Rojhilat û Bakurê Sûriyê jî Kurd bibin xwedî statû û li hemberê wan şer û hereketa dimeşîne. Di sala 2016de “Fırat Kalkanı”, 2019de “Barış Pınarı” ji bo Rojava statûya fermî bi dest nexe kirine.
Tirkiyê daxwaza wê eve ku li Rojhilata Navîn roleke serokatiyê bi dest xwe bixe. Lewma dema Bihara Erebî de mudaxaleyên Lîbya, Yemen, Sûriyê û Misir ê kir û tevlê pêvajoyên sîyasî bû. Tirkiyê dixwaze ku dinav têkiliyên Rojava cîhanê û bandorî ya xwe ya Rojhilata Navîn de hevsengîyekê çê bike. Lê jiber ku polîtîka û stratejîyên wê li ser dijî Kurdan pêk tên dem dem têkilî yên wê bi Rojavaya cîhanê re kut dibin.
3.1. Li Rojhilata Navîn Polîtîkayên Îranê
Îran li Rojhilata Navîn xwediyê hêzeke giringe. Him dixwaze li cîhê ku hejmara Şîîan zêdetir e bi bandor bibe him jî dixwaze hegemonî ya ku herêmî ava bike. Polîtîka û stratejîyên xwe li ser van herdû xalan pêk tîne. Îran ji bo parastina berjewendîyên xwe li Rojhilata Navîn dixwaze tesîra DYA yê bişkîne. Lewma li Rojhilata Navîn hêzen leşkerî, aborî û dîplomatîk bikartîne.
Stratejîyan wêyan herî giringtîr “ Heyva Şîî” ye. Bi vê armancê Îran dixwaze ku him li Rojavaya Asyayê him jî li Rojhilata Navîn hegemonî yan xwe xurttir bike. Bikaranîna wê yan şerkarên wek hîzbûllah û milîsên Iraqê li herêmê tesîra wê zêde dike û li hemberê tifaqa Erebîstan a Sûûdî û Îsraîlê wek alternatîfeke pêşte derdikeve. Bi piştgiriya Esed ya ku di şerê navxweyî yên Sûrîyê de ev armanca xweya herêmî di bin van stratejîyan de hanî cîh.
Tekoşîna Hegemonî yan herêmî yan Îranê avayî yên siyasî Rojhilata Navîn her tim diguherîne û hêzên herêmê her tim dişewitîne.
3.1. Li Rojhilata Navîn Polîtîkayên Îsraîlê
Îsraîl li Rojhilata Navîn xwediyên hêzeke giringe. Polîtîkayên wê bi gelemperî li ser ewlehî yan neteweyî û berdewam kirina hebûna xwe ye. Jiber ku derdora wê ji dewletên erebî pêk tê Îsraîl li gor vê rewşê stratejî û polîtîkayên xwe ava dike. Û ji ber wê razandinê xwe bi gelemperî li ser çekên nukleerî û teknolojîk dike. Îsraîl li hemberê Îranê ji bo têkîlîyan wêna bi Hîzbûllah re şer dide dem demî mudaxaleyên leşkerî jî dike.
Di salên nêzde Îsraîl ê bi Ereban re jî tekîlîyên xwe xurt kirine. Bi Peyman a Abraham di salan 2020an de bi dewletên herêmê re tekîlîyên dîplomatîk kirin rê. Lê pirsgirêka Fîlîstîn ê ji bo Îsraîl wan têkilî yên xwe pêş bixe dibe asteng . Polîtîka û stratejîyên wênê Fîlîstînê ne bi tenê li herêmê di navneteweyî de jî prestîja wê dişkîne.
4. Li Rojhilata Navin Dinavber a Hegemonên Kadî û Herêmî de Kurd
Li Rojhilata Navîn veguherînê van çend salên dawîn teşe dide cîhê Kurdan jî. Lewma hebûna Kurdan him ji bo hegemonên herêmê wek Îsraîlê him jî ji bo hegemonên kadî wek DYA û Rûsya yê girînge. Di heman demê de jiber ku Kurd bi demokrasî, laîsîzm û sekûlerîzmê pêştir derdikevin Ewropa jî piştgirî yê didî yê. Li dû şoreşa Fransî, Ewropa yê xwast ku ev ramanên demokratîk, laîk û sekûler li hemû cîhanê belav bibe û bê qebûlkirin. Û bi şerrên cîhanê yê yekem li gor vê armancê destpêkir û teşe girt. Li dû şer ev herêma Asya û Afrîka yê bi dest dewletên Împeryal hate parvekirin. Dewletên Ewropa armanca wan ew bû ku hemû mirovahatîyê veguherînê ser ramanên demokratîk,laîk, sekûlerîst û nîzama kapîtalîst. Divê daxwazên wan de du armanc girîngin: Armanca wê yan yekem jiber ku kapîtalîzm nû ava bûye û têkilîyên hilberînê hatine guhertin hewcedarîya çavkaniyên xweristî û bi destxistina van çavkanîyan pêşxistin a xwe yan aborî ye. Ji ber ku bingeha kapîtalîzmê de tiştên têh hilbertin di heman demê de dive ku bê xerîdarî jî. Lewma Ewropa xwast ku hemû cîhanê biguherîne û li hemû cîhanê nîzama Kapîtalîst ava bike û ev têkiliyên hilberînî û xerîdarî lê belav bibe. Yanê armancaEwropa: guhertin a çandî,olî, aborî yan Asya û Afrîkayê bû. Û bi vê qeydê nîzama Kapîtalîst li her der bi hêz be. Ewropa û DYA hîn vê armanca xwe didomîne. Lewma hebûna Kurdan li cîhê kî wek Rojhilata Navîn dijê sekûlerîzmê, laîsîzmê û demokrasî yê zêdetir girîng û bi wate ye. Kurd ne wek dewletên herêmê otorîter an jî oldarin Kurd bi van hersê ramanana ve girêdayî ne. Lewma Îsraîl, DYA û Ewropa dixwaze ku li Rojhilata Navîn Kurd serbixwe bin. Li Rojhilata Navîn temsîlkar û mînakek van ramanan be. Lê li herêmê wek dewleta Tirkiye û Îranê ji bo pirsgirêka Kurd ya navxweyî û hegemonî yan xwe yan herêmê naxwazin li Rojhilata Navîn Kurd statûya bi dest bixin. Bi taybetî yên Tirkiyê wek me li jor bahsa wê kir hemû stratîjî û polîtîkayên wê li ser dijî Kurda ye.
Li cîhê ku ewqasî girîng Kurd wê çawa mafên xwe biparêze û jinav van dewletên hov xelas bibe? Bersîva wê pirsê ji xwe wek em hemû kes dizanin yekitî ye. Ji bo berjewendiyên gelê Kurd hewceye ku hemû partî û hêz tawîza bide û lihev bike. Di heman demê de wezîfe yan herî giringtîr yek jî ya Kurden dîyaspora yê ye. Herkes têkilî yên dîplomatîk û burokratîk li dewleta ku dîjî ava bike û bimeşîne. Kurdan wek millete ke pêşveçûyî bi de nasîn. Ev çend salên dawîn ji bo Kurdan Çiqas derfetê ewqas xetere ye. Hewceye ku hêz û partiyên Kurd her mijarê zêdetir û baştirîn analîz bike û qiymetê bide fikrên hemû hêz û partiyên Kurdan û dinav xwede wekhevî ye kê ava bike ku ji vê wekhevî ye yekitîyek pêk bê.
Şubat 2025
Sosyalist Mezopotamya Sayı: 16 / Mart 2025
Çavkanî
Chaliand, Gérard.” KÜRTLER VE KÜRDISTAN”. Çev. Ayçanur Top. Ankara:Aryen Yayınları 2021 (1978)
McDowall, David. MODER KÜRT TARİHİ” Çev. Muhammed Hizmetçi. Ankara: Aryen Yayınları 2024
Alptekin, M. Yavuz. “ORTADOĞU’DA ORYANTALİST KIŞKIRTMA VE KÜRTLER”. Karadeniz Teknik Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Sosyal Bilimler Dergisi 7, sy. 14 (Aralık 2017): 375-99.
Geylani, Halil İbrahim. “ULUS-DEVLET DÜŞÜNCESİNİN DÖNÜŞÜMÜNDE KÜRESELLEŞMENİN ETKİLERİ”. Journal of International Management Educational and Economics Perspectives 12, no. 2 (December 2024): 159-70.
