Ana SayfaSIYASETReuters: Tirkîye Hizra Operasyoneke Leşkerî li Sûrîyê Dike

Reuters: Tirkîye Hizra Operasyoneke Leşkerî li Sûrîyê Dike

Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jiber peqîna Stenbolê tawanbar dike ku 6 kes di wê peqînê de hatibûn kuştin û zêdetirî 80 kesên din jî birîndar bûbûn.

Heman karbidestî ji Reutersê gotiye ku gefên çekdarên Kurd yan yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li ser Tirkîyê nayên qebûl kirin loma Enqere wê gefên li ser sînorê xwe yên başûr pûç bike.

“Sûrîye jibo Tirkîyê pirsgirêkeke ewlekarîya neteweyî ye. Jixwe xebat li ser vê yekê tê kirin. Tirkîye niha li Îraqê dijî PKKê operasyonekê dimeşîne û piştî ku vê operasyonê temam bike, wê dest bi operasyona li bakurê Sûrîyê bike,” karbidestê Tirk got.

Wezareta Derve ya Tirkîyê heta niha ser ev ragihandina Reutersê ti daxuyanî nedaye.

Hejayî balkişandinê ye heya niha ti rexistin berpirsîya peqîna Stenbolê negirtiye ser xwe û hem PKK hemî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îdiaya Tirkîyê red dikin ku peywendîyên wan bi wê êrîşê heye.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights