Ana SayfaSIYASETPervîn Bûldan û Mîthat Sancar dîsa bûne Hevserok

Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dîsa bûne Hevserok

Kongreya Mezin a Asayî ya 5an a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin slogana “Çareserî em in, gotina me heye” de li Enqereyê pêk hatiye. 

Ji çar aliyên Tirkiyeyê bi deh hezaran welatî beşdarî kongreyê bûne û di kongreyê de ji hezar û 50 delegeyan 806 ji wan deng dane. Di encama dengdanê de bi 797 dengên hatine qebûlkirin, Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar careke din bûne Hevserokên Giştî yên HDPyê. Di dema dengdanê de 9 deng jî betal bûne. Di vê navberê de Meclîsa Partiyê ya ji 100 kesên esil û 50 kesên cîgir, Lijneya Dîsîplînî ya Navendî û Lijneya Lihevanînê jî hatiye hilbijartin. Her weha Lijneya Şêwirmendan jî hatiye sazkirin. 

“Hûnê biçin û rêveberiya gel wê bê”

Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê axavtina destpêkê ya Kongreyê kiriye:

“Bila her kes îredeya vê salonê baş bibîne. Bostekê jî me ji têkoşina xwe paş de gav neavêt, li hemberî tu kesî çog dananî, ji niha û pê de jî em ne paş ve gav diavêjin ne jî çog datînin. Wek partiya jinan me muxalefeta jinan kir hêza sîyaseta partiya xwe. Em ê hêza gel dide me li hember zaliman heta dawiyê bi kar bînin. Em ê helbet serkeftin û destkeftinên xwe mezintir bikin.

“Tifaqa me ya demokrasiyê û tifaqa Kurdistanî her ku diçe mezintir dibe, hêviyan xurt dike. Bila her kes baş bizane ku em ê mîsyona xwe ya çareseriyê heya dawiyê bilîzin. Faşîzma AKPê bi tecrîdê rêya çareseriya pirsgirêka Kurdan dixitimîne, li gel bangawaziya birêz Ocalan a ji bo çareseriyê bersiva tecrîd, li mal de û li derve li ser dijmanitiya Kurdan siyasetê dimeşînin. Em careke din dibêjin, çareserî em in çareserî HDP ye, çareserî hûn in. Yên nabin çareserî dema xwe diqedînin û dema HDPê dest pê dike. Em dibêjin ku hûnê biçin û rêveberiya gel wê bê,  em ê helbet rojên ronî ava bikin.”

“Ji bo çareseriyê divê li Meclîsê pêvajoyek dest pê bike” 

Piştî Bûldanê, Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî axiviye: Ev coşa we, ev hêza we îro li dijî faşîzmê bersiva herî xurt e. HDP deh sal berê hat avakirin. Berxwedana li ser vî welatî kevneşopiya têkoşînê di HDPê de îro mezintir dibe. Fikriyata me hêza xwe ji heqîqetê digire. Niha dem dema avakirinê ye. Avakirina ‘Jiyana nû’ dê gelek pirsgirêkên vî welatî çareser bike.

“Li ser hemwelatiya wekhev çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi aştî û demokrasiyê mumkin e. Lewma em li her derê û her gav biisrar aştiya mezin diparêzin. Çareserî em in, soza me heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan divê di bin banê Meclisê de pêvajoyek dest pê bike. Ji bo ewlehî û zelalbûna pêvajoyê hewce ye Meclis di navenda pêvajoyê de be û rola xwe ya karîger bilîze. Em ji vir cardin dibêjin; li ser navê Îmraliyê lîstikan nelîzin, gotinan nekin. Tecrîdê rakin û rêya dialog û çareseriyê vekin. Pirsgirêka kurdan, gelê Kurd bi tnê di hilbijartinan de nikare bê nirxandin. Gelê me ne amûrê desthilatiya we ye.”

Kurkçu: “Serkeftin hevalno!”

Hevserokê Rûmetê yê HDPyê Ertûgrûl Kurkçuyî jî vîdeoyek ji kongreyê re şandiye: 

“Bêguman wê kongreya me ya 5an, serkeftî be. Biryarên ku di vê kongreyê de em ê bistînin û kongre bi xwe, wê careke din balê bikişîne ser cihê bêhempa yê Partiya Demokratîk a Gelan yê di vê dema dîrokî de, rolê wê yê di rûxandina dîktaroriyê û erka esasî ya di jinûveavakirina Tirkiye û Kurdistanê de.

“Gelek zehmetî wê sala li pêş me hebin. Dîktator ji bo têkçûna xwe ya muqeder dereng bixe wê bixwaze înîsiyatîfa siyasî ji dest bernede, mixalefet di parastinê de bimîne, gel ji siyasetê sar bike bala civakê ji ser mijarên esasî bide alî û hêzên demokrasiyê perçe bike û ji bo wê jî êrîşên bêhêvî pêk bîne. 

“Gelan heft sal in serî li ber van êrîşan netewan, serkeftinek diyarî neda faşîzmê, destûr neda ku dîktatorî şax vede. Partiya me rêhevaltî ji her kêliya vê têkoşînê re kiriye û hatiye heta îro. niha di Kongreya me de, ji bo vê têkoşîna mezin kûrtir bike, îradeya siyasî saz dibe ku Partiya Demokratîk a Gelan bîne serê kampa demokrasiyê.

“Em bibawerî dikarin aşkere bikin: Partiya Demokratîk a Gelan hêza avakar û misogeriya esasî ye ku ji bo Tirkiye û Kurdistan di sala 2023yê de bikeve nav cîhana demakrasiyê. 

“Silav ji bo wan kesan ku ev hêz ava kirine, silav ji bo bi hezaran lehengên şoreşger ên di bin xakê de ne, silav ji bo rêhevalên ku li zindanan li ber xwe didin. 

Serkeftin hevalno!”

Partî û kesên beşdar bûne

Ligel partiyên di nava HDPyê de cih digirin, HDK, KCD, Hevgirtina 7an, CHP, DEVA, Gelecek, Saadet, Tek Parti, Sol Parti, TKP, Nûnerên Partiyên Rêkeftina Kurdistanî; Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Malbatên qurbaniyên Roboski, Sivas, Pirsûs û Ankara, Konya, Gezi, Paris û Cizîrê; Malbatên Şenyaşar, Tahir Elçi, Medeni Yıldırım, Deniz Poyraz Garibe Gezerê, malbatên siyasetmedarên girtî; rewşenbîr, nivîskar û hunermend, nûnerên saziyan beşdarî Kongreyê bûne. 

Meclîsa Partiyê diyar bûye

Di Kongreyê de endamên esasî û yên cîgir ên Meclîsa Partiyê, Lijneya Dîsîplînê ya Navendî û Lijneya Lihevanînê jî hatine hilbijartin ku wê du salan li ser kar bin. 

Endamên esasî: “Abdullah Zeydan, Ahmet Saymadi, Aleddin Erdoğan, Ali Kenanoğlu, Ali Özkan, Alişan Şahin, Aydın Çetinkaya, Aylin Onursev, Ayşe Elif Ela Hasanoğlu, Berkat Kar, Besriye Tekgür, Bülent Uyguner, Cemalettin Yüksel, Cengiz Topbaşlı, Cihan Aydın, Çiçek Arıç, Dersim Dağ, Doğan Erbaş, Ebrü Günay, Elif Bulut, Emine İnan, Emirali Türkmen, Eylem Arzu Kayaoğlu, Fatma Çelik, Feleknas Uca, Feray Mertoğlu, Fırat Keser, Fikret Melih Çolakoğulları, Gülistan Ataş, Gültekin Koçdemir, Gülüstan Kılıç Koçyiğit, Hacay Yılmaz, Hacer Elçin, Hacı Bayram Kızartıcı, Hakkı Saruhan Oluç, Halime Bayram, Hanım Binici, Hasret Alp, Hatice Akdağ, Hatice Betül Çelebi, Hişyar Özsoy, Hividar Özdemir, Işık Arcan, İbrahim Sungur, İdil Uğurlu, Kemal Bülbül, Latife Demirci Kahya, Leman Kiraz, Leyla Atsak, Livan Orman, Mahfuz Güleryüz, Mediha Azra Güllüpınar, Mehmet Raci Bilici, Mehmet Rüştü Tiryaki, Mehmet Saltoğlu, Mehtap Sert, Menekşe Kızıldere, Metin Uğurtepe, Muhammed Ayten, Murat Çepni, Musa Piroğlu, Mustafa Güler, Naci Sönmez, Nazım Karakurt, Nazile Tursun, Nuray Özdoğan, Nuray Türkmen, Oya Ersoy, Ömer Öcalan, Özcan Ay, Özcan Teker, Özgül Saki, Özgür Zeydanoğlu, Özlem Gündüz, Perihan Ağaoğlu, Pero Dundar, Rıdvan Turan, Sait Taycı, Samet Mengüç, Sedat Şenoğlu, Semiha Şahin, Serhat Eren, Serpil Kemalbay Pekgözegü, Servin Karakoç, Seval Çadırcı, Sevda Çelik Özbingöl, Sevgi Kişin Sazan, Sidar Karaçelik, Songül Tunçdemir, Sultan Özcan, Şaziye Köse, Şerife Yıldırım, Tayip Temel, Tevfik Kaçar, Tulay Hatimoğulları Oruç, Tuncer Bakırhan, Turgut Öker, Turkut Çatar, Zeki Koç, Zeynep Nilgün Salmaner.

Endamên cîgir: Adem Demirağaç, Ahmet Yıldız, Alican Çakır, Aylin Hacaloğlu, Bahattin Karaman, Bedriye Irmak, Bedriye Yorgun, Beybün Aslan, Bülent Aşa, Dalha Kaya, Emin Ay, Engin Güleser, Erhan Basut, Erkan Mete, Erol Tunç, Ferit Aktepe, Haydar Üstündağ, Hüseyin Gencer Uçar, İsmail Anci, Kendal Soysal, Leyla Aygün, Lezgin Bingöl, Mahmut Çavlı, Mehmed Ali Yavuz, Mehmet Sabri Gül, Metin Özbadem, Murat Kalmaz, Musa Alkan, Musa Aydın, Mustafa Çampınarı, Necati Pirinççioğlu, Ömer Filitoğlu, Ramazan Doğru, Reşat Aşan, Rohat Gövercin, Sariye İnci, Serkan Baysak, Seydoş Daniş, Seyitbattal Taşdemir, Sinan Kaya, Şerif Bora, Şerif Durmaz, Tarık Zafer Yazıgan, Turhan Yıldırım, Ünal Yusufoğlu, Vedat Yıldız, Veli Aydoğan, Veysi Eski, Yakup Çelik, Yunus Parım.

Lijneya Dîsîplînê ya Navendî: Adalet Aydın Sözkesen, Gülistan Koç, Gülseren Pusatlıoğlu Kaçaroğlu, Gülseren Tural, Hüseyin Gözen, Mehmet Karayılan, Mehmet Öner, Ahmet Eken, Ömer Aşkara.

Lijneya Lihevanînê: Deniz Yıldırım, Diba Keskin, Mustafa Yıldız, Necdet İpekyüz, Nusret Doğruak, Yıldız Bahçeci, Yüksel Akgün.

Lijneya Şêwirmendan

Di kongreyê de Lijneya Şêwirmendan jî hatiye sazkirin ku  ji 43 kesan pêk hatiye:  Helbestvan Ahmet Tellî, Siyasetmedar Ahmet Turk, Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, Alî Alfatliyê ji doza Dev-Yolê hatiye dadgehkirin, rojnameger Alî Bayramoglû, Ayşe Erzen, Ayşegul Devecîoglû, Sosyolog Bulent Kuçuk, Akademîsyen Celîl Kaya, Cîhan Sîncar, rojnameger Erdogan Aydin, Hevseroka Damezrêner a HDPyê Fatma Gok, nivîskar Ferda Koç, Akademîsyenê Aştiyê Gençay Gursoy, siyasetmedar Halîl Aksoy, Hamît Geylanî, rojnamevan-nivîskar Hasan Cemal, nivîskar Kenan Kalyon, lîstikvan Kerem Firtina, akademîsyen Levent Koker, Mahmût Demîralp, rojnameger Mehmet Altan, akademîsyen Meral Camci, Mûstafa Kemal Coşkûn, Muzaffer Kaya, Nacî Kûtlay, siyasetmedar Nizamettin Togûç, Nurettîn Sozmez, aktivîst Nûrten Ertûlûç, hevberdevkê berê yê HDKyê Onûr Hamzaoglû, aborînas Ozgur Muftuoğlu, dadwerê berê yê DMMEyê Riza Turmen, parêzer Several Ballikaya, akademîsyen Sevîlay Çelenk, siyasetmedarê berê Seyfî Ongîder, siyasetmedar Sirri Sakik, endamê Lijneya İmraliyê Sirri Sureyya Onder, şanoger Sureyya Karacabey, akademîsyen Şebnem Ogûz, dîroknas Tarik Ziya Ekîncî, siyasetmedar Velî Büyükşahin, hevserokê damezrîner ê HDPyê Yavuz Onen, akademîsyen Zerrîn Şahîn Kurtoglû.”

Serdozgeriyê lêpirsînname daye destpêkirin

Piştî Kongre qediya, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, lêpirsînnameyek daye destpêkirin.  

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serdozgeriyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ji ber sloganên di dema Kongreyê de hatine avêtin, jan “ji ber xwe” lêpirsînek daye destpêkirin. 

Serdozgeriyê diyar kiriye ku bi avêtina wan sloganan “propagandaya rêxistinê hatiye kirin” û heta niha nasnameya 4 kesan aşkere bûye. Di dewama daxuyaniyê de gotiye ku ji bo hemû gumanbar diyar bibin û wan bişînin Beşa Dijterorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê xebat tên kirin. 

(TY/RT/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights