Ana SayfaGIŞTÎPDK: YNK Ê LI KERKÛKÊ DEST BI TEVGERA LEŞKERÎ KIRIYE (VÎDEO)

PDK: YNK Ê LI KERKÛKÊ DEST BI TEVGERA LEŞKERÎ KIRIYE (VÎDEO)

Berpirsê PDKê li parêzgeha Kerkûkê derbarê tevgera leşkerî ya îro li wê parêzgehê ragihand, YNKê li Kerkûkê tevgera leşkerî pêk aniye û ew hêzên ku çûne nav Şirketa Petrola Bakur, ser bi YNKê ve ne.

Berpirsê Liqa 3 a Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê, Mihemed Xorşîd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê ragihand: “Em şeva bihorî agahdarî livandin û tevgera leşkerî li Kerkûkê bûn û tevgera leşkerî ye li Kerkûkê jî bi awayekê yekalî hatiye kirin”.

Mihemed Xorşîd got: “Hevalên YNKê ji me re ragihandin, ku li ser daxwaza Berpirsê Şaxeya YNKê ya li Kerkûkê tevger bi wan hêzan hatiye kirin”.

Xorşîd da xuyakirin, ku berpirsên YNKê aşkera kirine, ku wan çend daxwaza hene.

Berpirsê PDKê li Kerkûkê destnîşan kir: “Me daxwaz ji YNKê kiriye, ku daxwazên xwe pêşkêş bikin, û sedemên wan tevgerên leşkerî li Kerkûkê zelal bikin”.

Mihemed Xorşîd aşkera jî kir, renge di saetên dahatî de rayedarên YNKê li ser livandina hêzan li Kerkûkê daxuyaniyê bidin û sedemê wê yekê bidin xuyakirin.

Xorşîd diyar kir, li gorî nirxandinên wan livandina wan hêzên leşkerî demkî ye û dê ji Şirketa Petrola Bakur vekişin.

Li gorî gotina wî berpirsê PDKê, piraniya berpirsên ewlehiyê yên Şirketa Petrola Bakur ser bi YNKê ve ne.

Îro pênşemî 2ê Adara 2017ê hêzeke bi ser YNKê birên Şirketa Petrola Bakur a Iraqî zeft kir û hinartina petrola wan bîran bo bendera Ceyhan ya Tirkiyê da rawestandin.

Endamê Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Şaxa YNKê ya Kerkûkê Aso Mihemed derbarê bûyerê de daxuyaniyek dabû û gotibû, derbasbûna wê hêzê bo nav Şirketa Petrola Bakur hişyariyek ji bo Iraqê ye.

Wî berpirsê YNKê herwiha gotibû: Divê li Kerkûkê parzûngehek were sazkirin. Em êdî neheqiyên zêdetir qebûl nakin. Divê Bexda pabendeî rêkevtina îmzekirî be. Em yek hefteye dem didin wan. Divê Kerkûkî li vê derê bixebitin.”

Berî çend rojan Îranê û Iraqê ragihandibû, ku li ser şandina petrola Kerkûkê bo Îranê rêkevtinek îmza kirine. Ew yek rastî nerazîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû û Hewlêrê ragihandibû, ku ew ji wê rêkevtinê agahdar nînin.

Hewlêêr herwiha gotibû, bêyî agahdarî û destûra Hikûmeta Herêma Kurdistanê, petrola Kerkûkê natê hinardekirin û dabû xuyakirin, ku Îran û Iraq bi başî wê yekê dizanin.

Petrola Kurdistanê piştî sala 2014ê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê hinardekirin û li ser wê yekê rêkevtinek jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye, ku li gorî wê rêkevtinê Herêma Kurdistanê beşek ji petrola Kerkûkê ji Iraqê re difiroşe.

YNKê pêştir ragihandiye, ku dixwaze petrola Kerkûkê bi rêya xeteke boriya ber bi Îranê ve jî were firotin. Berî çend mehan, hevjîna Sekreterê Giştîyê YNKê, Hêro Îbrahîm Ehmed ji bo ku petrola Kerkûkê bi rêya Kuridstanê neyê firotin, nameyek ji Serokwezîrê Iraqê re şandibû û têde daxwaz ji wî kiribû, ku hinartina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistan-Tirkiyê were sekinandin.

Hêro Îbrahîm Ehmed herwiha di nameya xwe de ji Ebadî re nivîsandibû, ku eger Bexda guh nede daxwaza wan, bijardeyên din li ber destê wan hene û ew dê rêyên din bi kar bînin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights