Ana SayfaKURDISTANPDK DERBARÊ SEROKATIYÊN KURDISTANÊ PROJEYEKÎ AMADE DIKE

PDK DERBARÊ SEROKATIYÊN KURDISTANÊ PROJEYEKÎ AMADE DIKE

Biryare Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo danûstanidina ligel aliyên din û amadekirina projeyekî nû bicivin.

Endamê Serkirdetiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji Rûdawê re ragihand, “Civîna Mekteba Siyasî ji bo amadekirina projeyekî nû ye. Emê hewl bidin di dema amadekirina vê projeyê de ligel aliyên din, bi yatbetî jî ligel YNKê bişêwirin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, PDK di nav projeya xwe ya nû de, di her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê de guhertinan pêşniyar dike.

Tê gotin, ku dê di nav projeya PDKê de danûstandina li gel aliyan li ser van xalan be:

Hikûmeteke nû bê avakirin, serokatiya hikûmetê di destê PDKê de be û wezaret jî li gorî para partiyan a hilbijartinan bê parve kirin. Di vê çarçoveyê de PDK amade ye ku wezareta çavkaniyên xwezayî bide partiyeke din.

Serokatiya parlamentoyê di destê YNK, PDK û Yekgirtûya Îslamî de be.

Herwiha PDK li gel wê nêrînê ye, ku bi rêkeftina ligel aliyan kesekî din ji bo Serokatiya Herêma Kuridstanê bê destnîşankirin û parlamento jî ji bo vê yasayekî taybet derbixe.

Dema projeya PDKê heta hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne, ku biryare 2017ê de bên kirin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights