Ana SayfaGIŞTÎPARTIYÊN KURD ÊN ÎRANÊ HILBIJARTINÊ BOYKOT DIKIN

PARTIYÊN KURD ÊN ÎRANÊ HILBIJARTINÊ BOYKOT DIKIN

Partiyên kurd ên Îranê, hevdîtin bo helwestekê hevpar di hilbijartina serokatiyê de bidin nîşandan ev demekê hevdîtin pêk tînin.

Li gorî nûçeya li ser sîteya Kurdistanmedîa yê 6 partiyên kurd ên Îranê hilbijartina serokatiyê kul i Îranê pêk bê, dê boykot bikin. Herwiha ev demeke ku partiyên kurd bo hewestekê hevpar hevdîtinan pêk dianîtin.

6 partiyên kurd bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku hilbijartina di 19ê Gulanê de dê boykot bikin.

Herwiha daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 19ê Gulanê de hilbijartina serokê dewletê, encumena gundan û bajêr tê lidarxistin.

Daxuyaniyê hevpar de bo nîşandana bertekê bangî boykotê hat kirin, “Em divê şanoyê de cih nagirin û vîn û helwesta xwe ya hevpar li hemberî Komara Îslama Îranê û ji rayagiştiya navneteweyî re didin nîşandan”

Partiyên beşdarî boykotê bûn wiha ne:

Partiya Demokrat a Kurdistanê yê Îranê KOMELA-Rêxistina Xebatkarê Kurdistanê, KOMELA-Rêxistina Xebatkarê Şoreşgerên Kurdistanê, KOMELA-Rêxistina Kurdistanê, Partiya Komunîst a Îranê, Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê û Hevalên Berê (KDP)

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights