Partiyên kurd ên Îranê, hevdîtin bo helwestekê hevpar di hilbijartina serokatiyê de bidin nîşandan ev demekê hevdîtin pêk tînin.
Li gorî nûçeya li ser sîteya Kurdistanmedîa yê 6 partiyên kurd ên Îranê hilbijartina serokatiyê kul i Îranê pêk bê, dê boykot bikin. Herwiha ev demeke ku partiyên kurd bo hewestekê hevpar hevdîtinan pêk dianîtin.
6 partiyên kurd bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku hilbijartina di 19ê Gulanê de dê boykot bikin.
Herwiha daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 19ê Gulanê de hilbijartina serokê dewletê, encumena gundan û bajêr tê lidarxistin.
Daxuyaniyê hevpar de bo nîşandana bertekê bangî boykotê hat kirin, “Em divê şanoyê de cih nagirin û vîn û helwesta xwe ya hevpar li hemberî Komara Îslama Îranê û ji rayagiştiya navneteweyî re didin nîşandan”
Partiyên beşdarî boykotê bûn wiha ne:
Partiya Demokrat a Kurdistanê yê Îranê KOMELA-Rêxistina Xebatkarê Kurdistanê, KOMELA-Rêxistina Xebatkarê Şoreşgerên Kurdistanê, KOMELA-Rêxistina Kurdistanê, Partiya Komunîst a Îranê, Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê û Hevalên Berê (KDP)