Parlemenê Sîne, Seqiz û Baneyê Muhsîn Beglerî beyanatek da kurdpressê û da zanîn hejmara parlementerek yê eyaleta Sîneyê dê bê zêdekirin.
Muhsîn Beglerî her wiha da zanîn ji bo zêdekirina hejmara parlementerên kurd qerarek heye lê, hêj naveroka vê yekê bi berfirehî nehatiye aşkerekirin.
Beglerî got:”Bes ez dizanim li Seqizê dê parlementerek zêde bê hilbijartin.”
Di Parlementoya Îranê de 290 parlementer hene û kurd li Kirmanşanê bi 8 parlementeran, li Urmiye bi 12, li Îlamê jî bi 3 parlementeran tên temsîlkirin.
Nerina Azad