Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu li Balafirxaneya Şirnexê hat desteserkirin.
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di 15ê Sibatê de hatibû berdan, îro li Balafirxaneya Şirnexê hat desteserkirin.
Encu tevlî parlamenterên HDPê di 4ê Mijdarê de hatibû girtin û bi îdiaya ku ‘emdamê rêxistinê’ ye doz lê hatibû vekirin û heta 22 salan cezayê girtîgehê ji bo wî dihate xwestin.
sputniknews