Ana SayfaKURDISTANTifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya

Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya

Xebata Tifaqa Kurdistanî, bi rojeva hilbijartinê bi malovaniya DBP’ê civiya. 

Xebata Tifaqa Kurdistanî piştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku wê derxistina namzetê Serokkomariyê li ber çavan derbas bike, civiya. Civîna ku bi malovaniya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) pêk hat û ji bo nirxandina biryara HDP’ê li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya partiyê hate lidarxistin, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşîtî, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, ji Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger (DDKD) Halîm Îpek, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş û parlamenterên HDP’ê Necdet Îpekyûz, Îmam Taşçier û Nûsrettîn Maçin amade bûn.

Tifaqa Kurdistanî wê têkildarî helwesta xwe ya di hilbijartinên Serokkomariyê û derxistina namzetiyê de fikrên xwe ji HDP’ê re ragihîne. 

HDP piştî hevdîtina bi pêkhateyên xwe re wê meyla xwe ya derxistina namzetê serokkomariyê veguhêze civîna Tifaqa Ked û Azadiyê. Biryara dawî wê di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê de bê dayîn û ji raya giştî re bê ragihandin. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights