Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî bi biryarekê greva karkeran a li şîrketa Schneider Enerjiyê ya li Gebzeyê heta 60 rojan taloq kiriye. Biryar di Rojnameya Fermî ya îro de hatiye weşandin û ketiye meriyetê.
Erdoganî ji ber “wê ewlehiya netewî têk bibe” greva Birleşik Metal-İşê taloq kiriye. Her weha diyar kiriye ku ev biryar li gorî xala 63yan a Qanûna Peymana Giştî ya Karkirinê û Sendîkayan a hejmara 6356an daye.
Birleşik Metal-İşê li 11 kargehên 6 şîrketan ên li wir birêxistinkirî ye di 6ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de dest bi hevdîtinên peymana giştî ya karkirinê kiribû. Ev peyman ji bo nêzîkî 2 hezar karkeran wê bihatana îmzekirin. Lê di hevdîtinan de sendîkayê û şîrketan li hev nekir.
Sendîkayê de 23yê Kanûna Paşiyê ya 2023yan de biryara grevê da. Beriya grev destpê bike bi saetan, sendîkayê û şîrketa Schneider Elektrik, Aritaş Kriyojenik, Grid Solutions û Hitachi Enerjiyê li hev kiribûn. Li van deran heqdestê her saeteke karkeran ji bo şeş mehên destpêkê ji sedî 91, ji bo şeş mehên dawiyê jî ji sedî 18 hatibû zêdekirin. Her weha mafên civakî jî salane ji sedî sed zêde bûbû.
Lê Schneider Enerjiyê daxwazên karkeran qebûl nekiribû.
Karkerên Bekaertê digel astengiyan biser ketibûn
Serokomar Erdoganî mîna vê biryarê, di Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de ji bo karkerên Bekaertê jî biryar dabû û greva wan bi heman sedemê qedexe kiribû. Digel vê biryarê karkeran dest ji kar berdabû û li ber xwe dabûn. Paşê jî rêvebiriya şîrketê daxwazên karkeran qebûl kiribû.
Di dema AKPyê de 19 grev taloq bûne
Ji roja ku AKP bûye hikûmet ango ji Çiriya Paşiyê ya 2020ê û heta niha, 19 caran biryarên lidarxistina grevan taloq kiriye. AKPyê biryarên xwe bi sedema “wê ewlehiya netewî, tenduristiya giştî, ekonomî, îstîskara fînansî û xizmetguzariya hatinûçûnê ya cemawerî ya navbajêr têk biçe” dane.
Heta sala 2016ê Lijneya Wezîran çêkirina grevan taloq dikir, ji wê demê heta 2018ê bi Qanûna Rewşa Awarte û piştî wê jî bi biryarên Serokomariyê hatine taloqkirin. Ji ber 19 grevên hatine qedexekirin, bandor li nêzîkî 195 hezar karkeran bûye.
Grevên ku heta niha hatine taloqkirin ev in:
2003 Petlas A. Ş. 350 karker
2003 Şişecam 5 hezar karker
2004 Şişecam 5 hezar karker
2004 Pirelli, Good Year, Brisa 5 hezar karker
2005 Erdemir Madencilik AŞ 400 karker
2014 Şişecam 5 hezar û 800 karker
2014 Kargeha Komirê ya Çayirhan û Çollolarê hezar û 500 karker
2015 MESS Grup TIS 15 hezar karker
2017 (Rewşa Awarte) Asil Çelik 600 karker
2017 (Rewşa Awarte) Emis Grup TIS 2 hezar û 200
2017 (Rewşa Awarte) Akbank 14 hezar karker
2017 (Rewşa Awarte) Şişecam 6 hezar û 500 karker
2017 (Rewşa Awarte) Mefar İlaç 500 karker
2018 (Rewşa Awarte) MESS Grup TIS 130 hezar karker
2018 (Rewşa Awarte) Soda Kromsan-Şişecam 890 karker
2019 Izban 324 karker
2020 Soda Sanayii AŞ 557 karker
2022 Bekaert Çelik Kord Sanayi 400 karker
2022 Bekaert Çelik Kord Sanayi 560 karker
2023 Schneider Enerji 350 karker
Çavkanî: Azîz Çelîk
(HA/FD)
BİANET