Ana SayfaCÎHANParlamentoya Almanyayê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir

Parlamentoya Almanyayê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir

Komkujiya Kurdên Êzidî li Parlamentoya Almanyayê bi piraniya dengan wek jenosîd hat naskirin.

Piştî nirxandina yasayî ji aliyê lêkolînerên Neteweyên Yekgirtî, îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023an, Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihandibû: “Heta niha 12 welatan jenosîda Êzidiyan nas kirine û biryar e 19ê vê mehê li Parlamentoya Almanyayê bi mebesta naskirina jenosîda Êzidiyan, pêşwazî li me were kirin.”

Dema êrîşa ser Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, bi awayê herî tund û dirandane, Kurdên Êzidî ketin ber pêla jenosîdkirinê û 6417 Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin, ku heta niha bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîne 3562 kes werin rizgarkirin û ewên din heta niha jî winda ne.

Herwiha beşek ji wan di gorên komî de hatine komkujî û jenosîdkirin, ku heta niha 83 gorên bi kom hatine dîtin û ligel wê jî, DAIŞê 68 goristan û perestgehên Kurdên Êzidî ji nav birine û wêran kirine.

Di komkujiya Şingalê de 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane, ligel wê jî nêzîkî 400 hezar Kurdên Êzidî aware bûne û heta niha jî piraniya wan venegeriyane cih û warê xwe û di çadirên kampan de jiyaneke dijwar dijîn.

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights