Ana SayfaSIYASETErdogan roja hilbijartinan diyar kir

Erdogan roja hilbijartinan diyar kir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di axaftinekê de li parlamentoya wî welatî roja lidarxistina hilbijarinên parlamento û serokatiyê aşkere kir.

Erdogan ku di civîna koma partiya xwe AK Partiyê de diaxivî, ragihand ku hilbijartinên parlamento û serokkomariya Tirkiyê dê di roja 14ê Gulana îsal de bên lidarxistin.

Erdogan got: “Di 14’ê Gulana 1950’î de Menderesê rehmetî got ‘Êdî bes e, gotin a gel e. Kete dilê gel û di hilbijartinan de serkeftineke bihêz tomar kir. Bi heman awayî Ozalê rehmetî di hilbijartinekê de ku di bin siya darbeyê de hat kirin, bi soza ‘ji bo Tirkiyê serdemeke nû’ serkeftineke mezin û girîng bi dest xistibû.”

Recep Tayyip Erdogan ku ji bo posta serokkomariyê berbijêrê Tifaqa Cumhur e, diyar kir: “Em jî bi gotina ‘Êdî tu tişt dê wek berê nebe’, bi piştgiriyeke mezin a gelê xwe hatin ser desthilatê. Niha jî em dibêjin, êdî bes e, biryar û paşeroj a millet e û em di sala 2023an de ji gelê xwe piştgirî dixwazin.”

Serokkomarê Tirkiyê di berdewamiya axaftina xwe de got, li Tirkiyê qonaxa 100 salî dest pê dike û tekez kir,“Miletê me piştî 73 salan di heman rojê de ji van darbekeran, ji van kesên bêhêz ku îro li ser navê maseya 6 partî rûbirûyê me bûne, re dê careke din bêje ‘êdî bes e’.”

Medyaya Tirkiyê li gor van gotinên Erdogan belav kirine, ku roja 14ê Gulana 2023 roja lidarxistina hilbijartinên parlamento û serokatiya wî welatî ye.

Li gor qanûnê û dema hilbijartinan li Tirkiyê, di rewşeke asayî de pêwîst e hilbijartin di meha Hezîranê de bê lidarxistin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights