Ana SayfaKURDISTANNexweşxanek Nû li Kobanê Tê Avakirin

Nexweşxanek Nû li Kobanê Tê Avakirin

Ji ber pêwistiya herêmê û bi armanca xizmetkirina welatiyan rêveberiyê wek erk avakirina vê nexweşxaneyê hilgirtiye û amadekarî jê re tên kirin.

Li gorî ku hevserokê desteya tenduristiyê ya herêma Firatê Ehmed Mehmûd ji Dengê Amerîka re diyar kir ku ev proje plana destpêka sala 2022an bû lê ji ber êrîşên Tirkiyê dereng ket.

Nexweşxaneya Kobanê bi 120 heya 180 textî tê amadekirin her wiha gelek beşên taybet mîna beşê lezgîn, beşê hindirî her wiha tenduristiya pispor wek beşên çav, dil, gurçik tê de hene.

Ev nexweşxane dê li ser du qonaxan were çêkirin û wê zêdetirî 3 milyon dolar lê were xerçkirin .

Welatiyekî Kobanê ji bo avakirina vê nexweşxaneyê kêfxweşiya xwe diayr kir û got ku kêmbûna nexweşxane û beşên pisporiyê pêwîstî bi nexweşxanên zêdetir heye , her wiha bibîr xist ku dive alav û amûrên nû li nexweşxaneyê zêde bibin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Tirkiyê di 19 meha 9an de nexweşxaneya zarokan ya li ser girê Miştenûr armanc girt û ew nexweşxane bi temamî hate rûxandin , lewma di projeya vê nexweşxaneyê de beşê zarokan hate zêdekirin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights