Ana SayfaCÎHANBerîvan Firat: Êrîşa Parîsê Kiryareke Plankirî ya Dijî Kurdan E

Berîvan Firat: Êrîşa Parîsê Kiryareke Plankirî ya Dijî Kurdan E

Firat da zanîn ku rewşa du kesên birîndar giran e.

“Zilamekî çekdar êrîş bir ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya û teqe li kesên wê derê kir. Wî, dû re êrîşî du dikanên Kurdan kir ku yek ji wan Xwaringeha Avesta û ya din jî Salona Munzur ya Ciwankarî ye.

Heta niha 3 es şehîd bûne û 10 kesên din jî birîndar in ku rewşa du ji wan giran e. “

Firat got ku di dema êrîşê de civîneke plankirî hebû, lê jiber hin pirsgirêkên trafîkê civîn hatibû paşxistin.

“Em bawer dikin ku armanca wê êrîşê ew civîna plankirî bû û êrîşvan dixwest pirtir kesan bikuje.”

Firat daxuyanîya polîsên Fransî rexne kir ku dibêje dibe ku êrîş kiryareke nîjadperestî be.

“Bi bawerîya me ev êrîş kiryareke plankirî ye jiber ku tenê cîhên Kurdan dibin armanca êrîş. Li heman kolanê cîhên Afrîqîyan, Mexrîbîyan, Farisan û Lubnanîyan hene, lê tenê cîhên Kurdan tê êrîş kirin.”

Firat dibêje ku ji kesê ku êrîş pêk anîye girîntir divê meriv binêrê kî li paş wê qirkirinê ye.

“Divê em baş bizanin ku kê ew êrîş plan kirîye û fermana qirkirinê da jiber ku armanc tirsandina Kurdan û bêdengkirina wan e. Ev êrîş vê demê te çêdibe ku salvegera Qatlîama Parîsê nêzîk dibe ku 3 jinên Kurd li vî bajarî hatibûn kuştin. Ger Fransa hîngê bikarîbûya Kurd biparêstana îro ev qatlîam çênedibû.”

Firat bang li karbidestên Fransî kir ku bûyerî ron bike û civata Kurdî biparêze.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights