Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku yên jiyana xwe ji dest dane yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji hunermendê kurd Mîr Perwer û welatiyê bi navê Abdullah Kizil in.
Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç bi daxuyaniyekê nasnameyên kesên di erişa bi ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê de canê xwe ji dest dan eşkere kirin.
Daxuyanî li Parîsê hat dayîn. Koç bi kirdî û Goksungur jî bi tirkî daxuyaniyê xwendin. Hevserokan diyar kir ku kesên hatine qetilkirin Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil in.
Hevserokan bang li hemû kurdan kir ku ji bo protestokirina êrişa terorî û şermezarkirina xemsariya raya giştî ya Fransayê û cîhanê tev li xwepêşandana mezin bibin. Îro wê saet di 12.00’an de li Place de la Répûblîqûeyê xwepêşandan bê lidarxistin.
MA