Tirkîyê Îstasyona Ava Vexwarinê ya Herêma Kobanê Armanc Kir

Di encama vê êrîşê de sê xebatkarên îstasyonê yên bi navê Fadil Bazar, Bozan Şêx Nebî û Mislim Bozan birîndar bûn.

Rêvebirê desteya avê ya herêma Firatê Mesud Bozî got ku xebatkarên wan tim di bin xeterî de ne jiber ku îstasyona avê nêzî sînor e û Tirkîyê seranserê sînor bênavber topbaran dike.

Bozî dîyar kir ku di encama êrîşê de zîyan li îstasyonê çêbû û gîhandina avê ji Kobanê û gundewarên wê re sekînî.

“Niha jiber xeterîya dubare kirina topbaranê karkarên me nikanin derbazî îstasyonê bin ku pirsgirêkên heyî rast bikin û jinûve îstasyonê têxin xebatê.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji destpêka êrîşên Tirkîyê yên ji 20ê Mijdarê vir ve gelek caran binesazîya herêmêyên mîna nexweşxaneya zarokan li Kobanê û kargeha gazê li herêma Cizîrê û herî dawî jî li Kobanê îstasyona avê tên armanc kirin.

VOA

Verified by MonsterInsights