Site icon Rojnameya Newroz

OSP JI DIBÊJE ‘NA’

Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) derbarê referandûmê de biryara xwe aşkere kir û ragihand ku dê di referandumê bibêjin “Na”. Serokê OSPê Sinan Çiftyurek ji Sputnik Kurdistan re axifî û got “Ev pergal ji bo kurda û ji bo gelê Tirkiyê ne çareserî ye.”

Sertaç Kayar / sputniknews

Li bajarên kurda xebatên referandûmê dest pê kirin. Tê gotin ku di referandûmê de dengên kurda ji bo encamê girînge û hemû partî li gorî vê yekê xebatên xwe dimeşîne. Di nav van xebatan de, DBP û HDPyên ku dibên “Na” û AKP û MHPê ku dibên “Erê” hene. Gelek partiyên kurd hêj biryara xwe ya referandûmê aşkera nekirine.

Lê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) di derbarê referandûmê de biryara xwe aşkere kir ku dê di referandûmê de bêje “Na”. Serokê OSPê Sinan Çiftyurek di derbarê biryara xwe de ji Sputnik Kurdistan re axifî û sedemên biryara xwe anî ziman. Çiftyurek diyar kir ku piştî civîna meclîsa partiyê nîqaş meşandine ev biryar girtine û aşkere kirine.
‘EV PERGAL JI BO GELÊ KURD Û GELÊ TIRKIYÊ NE ÇARESERÎYE’

Çiftyurek anî ziman ku ji bo biryara “Na” gelek sedemên wan hene û wiha axifî: “Di serî de 150 sale pergala parlamanteriyê ya tirka ji bo berjewendî u mafê gelê me kurda û ji bo gelên Tirkiyê qet tiştek çareser nekir. Heger pergala parlamanteriyê tiştek çareser nekir, bi destûra bingehîn ya 1982yan pergala serokatiye jî tiştekî ji gelê me û gelê Tirkiyê re çareser nake. Serî de em ji bo vê dibêjin ‘Na’.

Ya di jî bi taybetî ev 18 xalê tê gûhertin li ser destûra 1982yan tê guhertin. Destûra 1982yan ji gelê me û qet ji gelê di re tu çareserî nekir.

Ji bo wê em dibêjin “Na”. Ev 18 xal qet dest nade 4 xalen sereke yê destûra sala 1982yan. Ev 18 xal xistin navenda referndûmê. Di naveroka wê de ji bo gelê me ji bo pirsgirêka kurd tiştek tune. Li gorî destûra bingehîn ya sala 1982yan herî zêde li dijî kurd Kurdistanê ye. Em bi vê sedemê dibêjin ‘Na’.

‘ERDOGAN JI PÊŞEROJA XWE NE BAWERE’

Çiftyurek pergala serokatiyê wiha şirove kir: “Ev 18 xalê ku pergala serokatiyê tîne çima derket peşiyê, em li ser wê disekinin. Nêrîna me OSPê ew e ku li ser 2 sedema hate hole. Sedema yekemîn rejîma Tirkiyê li ser Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava li gor xwe nabîne û dibên ‘Heger em di hindirê xwe de pergala xwe rêveberîya xwe di destê kesekî de kom nekin û necivînin em bandora wê nikarin ji ser xwe rakin.’ Ji bo wê ew û Bahçeli li hev kirin. Erdogan ji pêşeroja xwe ne bawere. Dibê ku ‘Eger ez bisekinim, ezê têk biçim.’

Bahçeli jî di nava partiya xwe de pirsgirêk dijîya û ne dixwest ku muxalefeta MHPê serokatiyê jê bigre. Bahçeli bi alikarîya Erdogan xelas bû. Niha jî xwe li hember Erdogan deyndar dibîne. Ev 18 xal hemû berpirsiyariyan dixe destê yek kesekî û cûdabûna hêzan ji holê radike. Dezgehên daraziyê tev dikeve destê yek kesî. Ji bo van sedemên min got em dê bêjin ‘Na'”

sputniknews

Exit mobile version