ANASAYFAORTADOĞUNY: Krîza li Hurmizê, ji Covid-19ê û vir ve bû sedema astengiya...

NY: Krîza li Hurmizê, ji Covid-19ê û vir ve bû sedema astengiya herî mezin

Dîrektorê Peydakirinê yê Bernameya Xurekî ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Corinne Fleischer, duh (31ê Adarê) bi awayekî online beşdarî civîna çapemeniyê ya heftane ya li Ofîsa NYyê ya Cenevreyê bû û nirxandin kir.

Fleischer diyar kir ku piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dan destpêkirin, krîza li Tengava Hurmizê rû da. Krîza li Tengavê ji dema Covid-19ê û dagirkirina Ukraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve vir ve, bûye sedema astengiya herî mezin a zincîra peydakirinê. Fleischer anî ziman ku şerên li Rojhilata Navîn, bandor li 70 hezar ton xurekên WFPyê kiriye.

Fleischer da zanîn ku ji ber astengiyên berfireh ên bi Tengava Hurmizê re têkildar in, sewkiyat dereng mane an jî berhem li bendergehan asê mane û wiha got:

“Ev rewş dibe sedema asêbûna keştiyan a li bendergehan, astengbûna derketina wan a ji bendergehan û valanekirina konteyneran; ev yek di zincîra dabînkirina global de dibe sedema xirabûneke mezin.”

“Heta meha Hezîranê dê 45 mîlyon kesên din bi birçîbûna giran re rû bi rû bimînin”

Fleischer hişyarî da ku bandora vê rewşê wê ji Rojhilata Navîn têbipere û bal kişand ser wê yekê ku guhertina rêya keştiyan a ji dora Afrîkayê, nêzî 25 heta 30 rojan li dema veguhastinê zêde dike û lêçûnan jî ji sedî 15 heta 25an zêdetir dike.

Fleischer destnîşan kir ku WFP ji bo kargoyên pêşîn li rêyên gihîştinê digere û ji bo ji bacên zêde muaf bibin di nav danûstandinan de ne û got: “Heta niha me nêzî 1,5 mîlyon dolar teserûfa lêçûnê kiriye.”

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), Fleischer derbarê zêdebûna hewcedariyên mirovî de hişyarî da û wiha got:

“Li gorî texminên me, heta meha Hezîranê dê 45 mîlyon kesên din bi birçîbûna giran re rû bi rû bimînin.”

Fleischer nirxand ku ji ber zêdebûna hewcedariyan, lêçûnên bilind û kêmkirina fînansmana operasyonên mirovî, dê di gihîştina bi mirovan de pirsgirêk derkevin.

Li Hurmizê bendergehek hat hedefgirtin

Her weha Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê jî ragihand ku di êrîşên DYA-Îsraîlê de, duh bi şev (1ê Nîsanê) li Tengava Hurmizê bendergehek hatiye hedefgirtin.

Cîgirê Waliyê Hurmizganê Ehmed Nefîsî têkildarî mijarê got:

“Hêzên DYA û Îsraîlê, li bajarê Bender Abbasê Bendergeha Şehîd Heqqanî ya ku ji bo armancên rêwîtî û bazirganiyê tê bikaranîn, kirin hedef.”

Êrîşên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê

Îsraîl û DYAyê, di 28ê Sibata 2026an de dema ku di navbera rêveberiyên Tehran û Washingtonê de muzakere berdewam dikirin, li dijî Îranê êrîşa leşkerî dan destpêkirin.

Îranê jî weke bersiv li dijî Îsraîlê û bi taybetî li welatên wekî Qeter, Mîrnişînên Ereban ên Yekbûyî (BAE) û Behreynê baregehên DYAyê êriş dan destpêkirin.

Di êrîşên DYA û Îsraîlê de, li gel rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Ceferiyan ragihand ku di êrîşan de heta niha nêzî 2 hezar kes mirin e.

Heyva Sor a Îranê jî diyar kir ku di êrîşan de heta niha 90 hezar û 63 xanî, 21 hezar û 59 kargeh, 760 navendên perwerdehiyê û 18 navendên girêdayî Heyva Sor; bi giştî 113 hezar û 570 hedefên sivîl zirar dîtine.

(TY/AY)

 

Çavkanî: Bianet

AKTÜEL