Nûçegihanê DW Tirkî Alican Uludag bi biryara Serdozgerê Giştî yê Stenbolê li mala xwe ya li Enqereyê hate desteserkirin.
Li mala Uludag lêgerîn pêkanîn û ji bo îfadeyê wî bigirin wê ji Enqereyê bibin Stenbolê.
Serdozgeriyê sedema desteserkirina Uludag nûçe û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî yên têkildarî berdana endamên DAIŞê yên ku êrîşa Balafirgeha Ataturk a Stenbolê plan kiribûn, nîşan daye.
Alîcan Uludag di 18ê Kanûna Pêşîn a 2024an de di Now TVyê de di nûçeyek xwe de gotibû ku Dadgeha Bilind biryara berdana şeş bersûcan daye ku bûbûn sedema mirina 45 kesan li Balafirgeha Ataturk û 46 caran cezayên girtîgehê yên heta hetayê û 2604 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.
(HA/AY)
Kaynak: bianet
