51 SALÎYA YEKÎTÎYA NIVÎSERÊN KURD LI DUHOKÊ HAT SAX KIRIN





Damezrandina Yekîtîya Nivîserên Kurd di sala 1970’an de bû yek ji destketinên rêkefta 11’ê Adarê ya navbera şoreşa Kurdî û hikûmeta Îraqî de bû.

Serokê yekê yê Yekîtîya Nivîseran helbestvan Hejar Mûkrîyanî bû.

Yekîtîya Nivîserên Kurd bi her çar liqên xwe ve berdewam xizmeta çand û zimanê Kurdî kiriye. Bi vê bîrewerîyê li Duhokê bernameyeke taybet hat encamdan.

Nivîser Edîb Çelkî dibêje ku Yekîtîya Nivîserên Kurd tenha çeper bû bi taybet piştî nemana şoreşê û ziman û çand û kultura Kurdî parastiye.

Xanima helbestvan Dayka Dalyayê jî got ku rola jinê di Yekîtîya Nivîseran de li devera Duhokê roleke baş bûye û bo jinên ne endamjî bizav û çalakî encamp dane.

Beyar Bavî, endamê desteya rêvebir ya Yekîtîya Nivîserên Kurd ya şaxê Duhokê jî dibêje ku ew neketiye bin bare çi givaştinê û her dem yekrêzîya xwe parastiye. Hêjayî bîrxistinê ye ku kongreya dawî ya Yekîtîya Nivîserên Kurd ya giştî di sala 2010’an de li Silêmanî hat encamdan û nivîserê nemir Kake Mem Botanî wek serokê giştî hat hilbijartin.

Dengê America / Selam Balayî

Verified by MonsterInsights