ANASAYFAORTADOĞUNeteweyên Yekbûyî: Dibe ku şerê Îranê 194 milyar dolar ziyanê bide welatên...

Neteweyên Yekbûyî: Dibe ku şerê Îranê 194 milyar dolar ziyanê bide welatên herêmê

Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn derbasî hefteya xwe ya pêncemîn bûne.

Dibe ku ev yek bibe sedema jidestdana ji sedî 3,7 heta ji sedî 6ê berhema navxweyî ya welatên herêmê.

Tê texmînkirin ku ev ziyan di navbera 120 û 194 milyar dolaran de be.

Encamên metirsîdar: Xizanî û bêkarî

Li gorî lêkolîneke nû ya Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî ku berê sibeha îro hat belavkirin, ev şer dê bibe sedema zêdebûna rêjeya bêkariyê ya bi qasî ji sedî 4an.

Ev yek tê wateya jidestdana 3,6 milyon derfetên kar.

Ev hejmar ji hemû derfetên kar ên ku 2025an li herêmê hatibûn afirandin zêdetir e.

Ev bipaşveçûna aboriyê dê nêzîkî 4 milyon kesên din ber bi xizaniyê ve bibe.

Lêkolîna bi navê “Bipêşketina Leşkerî ya li Rojhilata Navîn: Encamên Aborî û Civakî yên ji bo Welatên Ereban” balê dikişîne ser çend xalan.

Li gorî lêkolînê, metirsiyên ewlehiyê yên deryayî û êrişên li keştiyên petrolê, çalakiyên keştiyan ên li Tengava Hurmizê bi awayekî berbiçav kêm kirine.

Ev tengav hîn jî wekî rêrewa enerjiyê ya herî hestiyar a cîhanê tê naskirin.

Ziyanên li welatên herêmê

Pêşbînî nîşan didin ku dê welatên Encumena Hevkariya Kendavê rûbirûyî bipaşveçûna aboriyê bibin.

Dê berhema wan a navxweyî di navbera ji sedî 5,2 û ji sedî 8,5an de dakeve.

Lê belê welatên Îraq, Libnan, Urdin û Sûriye di hemû senaryoyan de dê rastî ziyanên mezin ên aboriyê werin.

Tê pêşbînîkirin ku berhema navxweyî ya van welatan di navbera ji sedî 5,2 û ji sedî 8,7an de bi paş ve biçe.

Ev yek dê bibe sedem ku li van welatan 2,8 heta 3,3 milyon kesên din bikevin bin xeta xizaniyê.

Bipaşveçûna bipêşketina mirovî

Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide ku dê pîvanên bipêşketina mirovî li herêmê bi paş ve biçin.

Ev yek dibe sedema jidestdana nîv sal heta saleke wan bipêşketinên ku di warê mirovî de hatibûn bidestxistin.

Ev bandor dê li welatên wekî Îraq û Libnanê herî zêde bin.

Bipêşketina mirovî dê salekê heta salek û nîvekê bi paş ve vegere.

Li gorî lêkolînê, ev şer dê encamên giran li ser rewşa darayî û neqdiyê ya herêmê çêbike.

Ji ber vê yekê, dibe ku bankên navendî neçar bimînin rêjeya faîzê bilind bikin.

Her wiha dibe ku ew destwerdanê di bazarên diravên biyanî de bikin da ku enflasyonê kontrol bikin û piştgiriya darayî ji bo bankan dabîn bikin.

Rudaw

AKTÜEL