Ana SayfaGIŞTÎNÊÇÎRVAN BARZANÎ WEK SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ HAT HILBIJARTIN

NÊÇÎRVAN BARZANÎ WEK SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ HAT HILBIJARTIN

Parlemantoya Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê halbijart.

Îro Parlemantoya Kurdistanê bi armanca hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê civiya. Di civînê de ji koma dengên 81 parlemantaran Nêcîrvan Îdrîs Barzanî bi destxistina dengê 68 parlemanteran wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Her yek ji Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Fraksiyona Neviyên Nû civîn baykot kirin û beşdarî hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê nebûn.

Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê aşkere kiribû, 5 kesan xwe ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê xwe namzet kiribûn ew jî, Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî, Omêd Ebdilselam Qadir, Mihemed Heme Salih Omer, Rêbwar Ezîz Mistefa û Hêwa Ebdulah Xidir ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê namzet in.

Nêçîrvan Barzanî neviyê Rêberê Netewa Kurd û damezrênerê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mistefa Barzanî ye û kurê serkirdeyê pêşeng ê Partiya Demokrat a Kurdistanê Îdrîs Barzanî ye. Di sala 1966an li gundê Barzan jidayik bûbû.

Di sala 1975an Nêçîrvan Barzanî ligel malbata xwe û bi deh hezaran Kurdên Iraqê ji ber çewisandina rêjîma Beis a Iraqê derbasî Îranê bûn.

Bi çalakane beşdarî karûbarê siyasî yê Kurd bû. di kongrya dehem a sala 1989an de di kongreyên pişt re jî bo Serkirdatiya PDKê hat hilbijartin.

Sala 1996an wek Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin, ku ew hikûmet piştî hilbijartina giştî ya Herêmê di sala 1992an de hatibû damezrandin.

Rêbertiya her du kabîneya pêncem ji 2006 ta 2009an û kabîneya heftem ji 2012 ta 2014an kiribû.

Nêçîrvan Barzanî li Hezîrana 2014an wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatibû destnîşankirin.

Nêçîrvan Barzanî yek endezyarên sereke yên serkeftina Herêma Kurdistanê tê hejmartin.

Nêçîran Barzanî hevjînê Nebîle Barzanî ye û sê kur û 2 keçên wî hene. Zimanê Kurdî, Farisî, Erebî û Înglîzî dizane.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights