ANASAYFAORTADOĞUMuşekek Îranê li Amedê ket xwarê

Muşekek Îranê li Amedê ket xwarê

Êrîşên ku artêşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dan destpêkirin, di roja 11em de (10ê Adarê) berdewam dikin.

Di roja yekem a êrîşan de, Rêberê Olî ê Îranê Elî Xameneyî jî di nav de gelek berpirsên payebilind ên Îranê hatibûn kuştin. Amerîkayê êrîşên xwe yên li dijî Îranê wekî “Operasyona Kerba Destanî” (Operation Epic Fury) û Îsraîlê jî êrişên xwe wekî “Operasyona Gurandina Şêr” (Operation Epic Fury) bi nav kir. Îranê jî di bin navê “Operasyona Soza Rastîn-4” de êrişên bersivdayînê da dest pê kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Welat muşeka Îranê li eraziyê gundê Bimbarekiyê ya serbi navçeya Rezana Amedê ketiye. Ji ber ku li nava erazî ketiye, xesar û ziyan negihîştiye kesî û malên gund. Hat ragihandin ku muşek saet di navbera 14:00an û 15:00an de ketiye.

Piştî gundiyan agahî da cendirmeyan, tîmên cendirmeyan hatin cihê bûyerê û li ser vê muşekê lêkolîn kirin.

Gundnişînên Bimbarekiyê ji Ajans Welat re gotine ku muşek ya Îranê ye û leşkeran demek dirêj li ser muşekê lêkolîn kiriye û paşê bi kemçeyê rakirine û bi xwe re birine.

Heyva Sor a Îranê: Di êrîşan de zêdetirî 4 hezar avahiyên sivîlan zirar dîtin e

(AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL