Di dema Hefteya Rûmetê ya Stenbolê de 47 kes hatibûn desteserkirin, 6 doz li 40î ji wan vekiribûn û di sê dozan de biryarên beraetê hatine dayîn.
Dadgehkirina kesên par, di dema Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan a Stenbolê ya 19an de hatibûn desteserkirin, dewam dike.
Di dema Hefteya Rûmetê ya Stenbolê de 47 kes hatibûn desteserkirin, 6 doz li 40î ji wan vekiribûn û di sê dozan de biryarên beraetê hatine dayîn.
Li gorî nûçeya Yunus Emre Demîrî ya li Kaos GLyê hatiye weşandin, çend mehên derbasbûyî 8 kesên endamên Meclîsên LGBTIQ+yan û 3 kesên li Cîhangîrê di dozên li wan hatibû vekirin de, beraet kiribûn. Îro dadgehkirina 2 zarokên di dema meşê de hatibûn desteserkirin li Dadgeha Zarokan a 4an a Stenbolê pêk hatiye.
Herdu zarokên ku di dema meşê de hatibûn desteserkirin, di danişîna yekem de beraet kiriye.
Zarok bi tohmeta ku beşdarî meşeke dijqanûnî bûne û hatine hişyarkirin û belav nebûne, hatine dadgehkirin. Parêzerê Zarokan Abdûllah Îkbal Arslanbaşî di civînê de bal kişandiye ser mafê civîn û meşên xwenîşandanê û gotiye meş ne li dijî qanûnan bû.
Arslanbaşî diyar kiriye ku biryara qedexekirina meşê ne hiqûqî ye û xwestiye zarok beraet bikin.
Danişîna 19 kesên li Kolana Mîsê hatibûn desteserkirin wê 13ê Gulanê, ya 7 kesên li Cîhangîrê hatine desteserkirin wê 21ê Îlonê û kesekî/ê li Maçkayê hatiye desteserkirin wê 30ê Hezîranê pêk bê. (EMK/FD) BİANET