Ana SayfaGIŞTÎMARGOT: EM Ê ZEXTÊN Lİ TİRKİYEYÊ BÎNİN ROJEVA YEKÎTİYA EWROPAYÊ

MARGOT: EM Ê ZEXTÊN Lİ TİRKİYEYÊ BÎNİN ROJEVA YEKÎTİYA EWROPAYÊ

Wezîra Karê Derve yê Swêdê Margot Wallstorm ragihand ku Swêd ji bo li Tirkiyeyê mafê mirovan û prensîbên dewleta hiqûqê bê bihêzkirin wê piştgiriya ji bo mûxalîfan bidomînin û zêdetir piştgiriyê bike.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Margot Wallstorm têkildarî pêşnûmeya parlamenterên Partiya Lîberal û Partiya Çep ên di derbarê Tirkiyeyê de ku dayî parlementoyê nirxand û got: “Swêd ji bo ku mafê mirovan û prensîbên dewleta hiqûqê bi hêztir bibe wê piştgiriya xwe ji bo mûxalîfên li Tirkiyeyê re bidomînin û zêdetir piştgiriyê bike.”

Margotê diyar kir ku pêwîste parlamenterên ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin li ser erka xwe bin û wiha anî ziman: “Min ev nêrînên xwe ji bo berpirsên li Enqerê û Stockholmê re ne ragihand. Rêxistinên sivîl ên Swêdê ji bo hêzên ku dixwazin di medyayê de guhertin çêbibe, wê piştgiriya xwe zêdetir bikin. Wek mînak rêxistinên ku rojnamevanan perwerde dikin em piştgiriyê didin. Li aliyê din em piştgiriya hiqûqî didin rojnamevanên ku tên darizandin.

‘Em ê mijarê her dem bînin rojeva Yekîtiya Ewropayê’

Margotê diyar kir ku ji bo wekhevî xebatên ku têne birêve birin, ji bo aktivîstên mafê mirovan û jinan piştgirîdayîna wan ji bo Swêdê gelek girîng e û wiha got: “Di demên dawî de, bûyerên ku neyînî yên ku li Tirkiyeyê çêdibin li gorî rêgezên mafê mirovan û dewleta hiqûqê, xuya dike ku wê alikariya me ji bo wan hêzan berdewam be.” Margotê destnîşan kir ku di rûniştina dozên mûxalîfan ên li Tirkiyeyê de, saziyên Swêdê beşdar dibin û wiha domand: “Em ê rewşa rêveberên partiyên mûxalîf, rojnamevan û akademisyenan bînin rojeva Yekitiya Ewropayê. Em ê herdem vê rewşê bînîn rojevê.”

SUJIN

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights