Geliyê Zîlan bi HES’an tê tunekirin. Ekolojîst Alî Kalçik got: “Şopên komkujiya 1930’yî tên paqijkirin. Sirf ji bo fîrmaya MHP’î qezenc bike dê bi hezaran candar bên kuştin.”
Geliyê Zîlan a Erdîşa Wanê ku komkujiyeke mezin lê çêbûbû, niha bi talûkeya Santrala Hîdroelektrîkê (HES) re rû bi rû ye. Li geliyê ku di sala 1930’yî de bi deh hezaran kurd lê hatin kuştin, HES’ek hatiye çêkirin. Lê belê ji bo HES’an projeyên nî jî tên çêkirin.
Li herêma ku tê xwestin HES lê bên çêkirin zêdetirî 30 jîngeh hene û bi hezaran kes lê dijîn. Zêdetirî 10 robar hene û guzergeha “Masiyên Wanê” ye. Her wiha bi hezaran pez û 4 hezar û 300 celebên nebatan jî hene.
PÊŞÎ BENDAV BI DÛ RE HES
Lê di salên dawî de gelî bi bendav û HES’an tê xerakirin. Ewilî di navbera 1978-1992’yan de li ser Çemê Zîlanê Bendava Koçkopriyê û Santarala Hîdroelektrîkê hatibû çêkirin. Ji ber vê bendavê ekolojiya geliyê pir texrîb bûye. Di salên 2000’î de jî li devereke nêzî bendavê dest bi çêkirina HES’ekê hatibû kirin. Di sala 2014’an de jî Gokhan Elektrîk Uretîm A.Ş. dest bi çêkirina projeya vê HES’ê kiribû, lê belê piştî şêniyên herêmê û rêxistinên sivîl li ber rabûbûn û li Şûraya Dewletê îtiraz kiribûn, çêkirina HES’ê hatibû sekinandin. Lê piştî wextekê Desteya Wezîran derbarê erdên dê HES’ê lê bê çêkirin biryara “îstimlaqkirina lezgîn” girtibû. Welatî cardin li ber vê rabûbûn.
Piştî ku şewba Covîd-19’ê belav bû, şîrketê jî keys zevt kir û cardin dest bi çêkirina HES’ê kir.
Di vê pêvajoyê de bi biryara serokkomartiyê li herêmê ji bo hin deveran biryara “îstimlaqkirina lezgîn” hatibû dayîn. Çendî ku welatî li ber rabûbûn û gilî kiribûn jî, Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê rapora ÇED’ê ya ji bo HES’ê qebûl kiribû. Piştî vê çêkirina HES’ê jî temam bû. Lê HES’a navbirî zirarek mezin daye geliyê. Ji lew ra ji ber wê bi sedan dar hatine birîn, hin gor hatine texrîbkirin û gelek zevî ji holê hatine rakirin.
Tê gotin ku dê hin HES’ên din jî bên çêkirin.
KALÇIK: BÎR TÊ MALAŞTIN
Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik ku li dijî HES’an têdikoşe, anî ziman ku bi HES’ên ku li geliyê tên çêkirin, şopên komkujiya sala 1930’yî û bîra kurdan tê malaştin. Kalçik got: “Li ser gorên kurdan cihok çêkirin. Ev wehşet e. Di tu civakê de li ser goran cihok nayên çêkirin. Bi vî awayî dixwazin ser komkujiya 1930’yî bigirin. Ev, sernixumandina wehşetê ye. Li herêmê hîn jî hestiyên mezinên me hene û derdikevin holê.”
Ê CANDAR BÊN KUŞTIN
Kalçik ku got “Mirov ne efendiyê xwezayê ne”, destnîşan kir ku li gel bîra dîrokî, xweza jî tê talankirin. Kalçik got: “Dê cureyên endemîk tune bibin. Li vê derê candarên endemîk hene. Li vê derê qurnewêlka avê (semender) heye ku li tu deverek cîhanê tiştekî wiha tune ye. Dê ev hemû bên tunekirin.”
Kalçik, anî ziman ku piştî wextekê dê ava herêmê jî kêm bibe û got: “Bi vê re dê nikaribin enerjiya ku taahut dikin jî bidin. Dê sûdê ji ava bin erdê bigirin. Dê candar bimirin.”
Her wiha Kalçik, destnîşan kir ku dê masîpankên Wanê jî bandoreke nebaş ji vê texrîbatê bigirin û got: “Heger ev der bê oksîjen bimîne, dê masî bimirin. Sirf ji bo fîrmayeke MHP’î qezenc bike, dê bi milyonan candar bên tunekirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
BANGAWAZÎ
Kalçik, destnîşan kir ku av jiyan e û got: “Gava av qirêjî bibe, dê jiyan jî qirêjî bibe. Zîlan, hem dîroka kurdan e hem jî devereke girîng a herêmê ye. Di serî de kurd û bi giştî her kes divê xwedî li vê xwezayê derkeve.”
MA / Gokhan Altay