DESTPÊKİKLİM KRİZİLi Wanê bi pileya 5.3an erd hejiya ye

Li Wanê bi pileya 5.3an erd hejiya ye

Li Bêgir, navçeya Wanê di saet 21.35ê êvarê de bi pileya 5.3an erd hejiyaye.

Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 21.35 xulekan de bi pileya 5.0ê li Bêgira Wanê pêk hatiye.

Her weha Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 5.3ê pîvaye.

AFADê eşkere kiriye û gotiye, erdhej 18,89 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û Enstîtûyê jî gotiye 5 kîlometre di bin erdê de bûye.

Her weha li gorî zanyariyan bandora erdhejê li herêmên derdorê jî bûye.

Derbarê zirar û ziyanan de heta niha saziyên fermî daxuyanî nedane, AY)

BİANET

GIŞTÎ