Ana SayfaCIWANLI EWROPAYÊ DIJBERIYA LI HEMBER BIYANIYAN ZÊDE DIBE

LI EWROPAYÊ DIJBERIYA LI HEMBER BIYANIYAN ZÊDE DIBE

Lars Hiltin ê 26 salî, pasevanê ber deriyê dîskoyekî mezin ê bajarê Stokholmê ye. Pir bi hişyarî rê dide wan kesên diçin nav dîskoyê. Bi taybet rê nade koçberan, ku di nav ewropiyan de weke “ser reş” tên binavkirin.

Lars dibêje, şeva borî 2 ciwanên “ser reş” xwestine bikevin hola dîskoyê lê wî rê nedaye wan. Lars dibêje; “Ez piştrast im ku ew jî weke min difikirin lê ez çi bikim, nikarim wan hildim jûr ve. Ez ditirsim ew jî êrîşekî weke yê Stenbolê bikin.”

Lars Hiltin tirsa xwe jî neveşêre û diyar dike; “Dema yekî ser reş dibînim pir ditirsim. Ez dibêjim qey ew dê teqeyê li min bike.”

Çek didin pasevanên sivîl

Polîs û Dezgeha Nîştîmanî ya Ewlekariya Swêdê rê didin, ku pasevan û nobedarên hinek cihan herwiha saziyên hestiyar çek hilgirin lê hê jî pasevanên dîsko, bar û cihên kêf û şahiyan nikarin çek hilbigrin.

Derbarê vê yekê de jî pasevan Lars dibêje; “Pêwîstiya me bi çek heye. Lê eger kar gihişte wê astê ez dê dest ji karê xwe berdim.”

Ligel zêdebûna bûyerên terorîstî li Ewropayê hejmara wan kesan zêde bûye ku li hember biyaniyan rik û kerba wan heye. Herwiha li hember biyaniyan tirsek jî heye. Ji lewra di demên dawiyê de li gelek welatên Ewropayê li dijî penaberan xwepêşandan hatine sazkirin.

Li Ewropayê 14 welatan li hember terorê yasayên tund derxistine û çavdêriya biyaniyan dikin. Rêxistinekî cîhanî yê mafê mirovan jî dibêje; “Ewropa mafê biyaniyan binpê dike.”

Çalakvanê mafê mirovan Samoyl Rîgman ji Rûdawê re got; “Her çend teror û tundûtîjî bûye rastiyek lê nabe welat bibe serbazgeh.”

Bi nêrîna vî çalakvanî nabe bûyerên Fransa û Almanyayê bibe sedem ku dijberiya pebaner û biyaniyan bê kirin.

Yasa li dijî penaberan e

Li gorî rapirsiya Saziya Nehiştina Tevgerên Nijadperest yê Ewropayê (MNEUP) li parzemîna Ewropayê rêjeya dijberiya biyaniyan pir zêde bûye.

Li gorî rapirsiya ku 35 hezar kesan beşdarî kirine, ji sedî 52yê ewropiyan li dijî biyaniyan in û herwiha qebûl nakin ku hikûmeta welatê wan penaberan werbigre.

Herî zêde xelkê Îtalya, Nemsa, Norveçê li dijî biyaniyan in. Fînlandiya, Swêd, Almanya û Brîtanya jî di pileya duyemîn de ne.

Welatiyekî Tirkiyê ku ev 41 sal in li Ewropayê dijî, dibêje; “Ti caran dijberiya li hember biyaniyan ev hinde zêde nebibû.”

Li gorî baweriya ewropiyan ew kesên karê terorîstî dikin piranî kesên biyanî û penaber in.

Li gorî raporên dawîn ên Rêxistina Lêborîna Nevdewletî, biyanî qurbaniyê herî mezin ê yasayên tekoşîna li dijî terorê ne. Rapor dibêje, yasayên nû yên welatan jiyan xistiye wareke din û ev yasa penaber, biyanî û kêmîneyên civakî dikin armanc.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights