Li gor agahiyan li bajarê Diyarbekirê îro Înê 16ê Berfanbara 2022yan di demjimêr 05:10 xulekan de li ser rêya Mêrdîn û Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînekê rûda û di encam de 9 polîs birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û hêzên emnî çûne cihê bûyerê û 9 polîsên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
2 KES HATIN DESTESERKIRIN
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere kir ku 2 kes bi tometa vê teqînê hatine desteserkiri.
Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand: “Li Diyarbekirê dema polîsên me diçûn ser karê xwe, di demjimêr 05:10 xulekan de otomobîleke rawestiyayî bi wesayîta wan ve teqiyaye. Polîsên me yên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tên dermankirin.”
DAXUYANIYA PARÊZGARIYA DIYARBEKIRÊ
Parêzgariya Diyarbekirê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku 9 kes birîndar bûne.
Di daxuyaniya Parêzgariya Diyarbekirê de hat eşkerekirin: “Roja 16/12/2022an di demjimêr 05:10 xulekan de dema derbasbûna mînîbusa hêzên ewlehiyê, wesayîta ku li kêleka rê hatibû rawestandin, hatiye teqandin êrişeke terorîstî pêk hatiye.”
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê 9 kesên ku di mînîbusa zirxî ya polîsan de bûne ji bo kontrolê rakirine nexweşxaneyan û ti metirsiya jiyanî li ser wan tune ye.
BASNEWS