ANASAYFAKÜRDİSTANLêkolerê Çînî: Kurdî ji bo teza min a li ser Êzidiyan bû...

Lêkolerê Çînî: Kurdî ji bo teza min a li ser Êzidiyan bû mifte

Lêkolerê Çînî: Kurdî ji bo teza min a li ser Êzidiyan bû mifte. Zimanê Kurdî roj bi roj dibe zimanekî navneteweyî û bala lêkolerên cîhanê dikişîne.

Hongshun xortekî ji Çînê ye ku ji bo teza xwe ya masterê zimanê Kurdî hîn bûye.

Hevkarê me Maşallah Dekak li navçeya Sûrê ya Amedê rastî Hongshun hat û çîroka wî ya balkêş şopand.

Ji bo lêkolîna li ser Êzidiyan hînî Kurdî bû

Hongshun teza xwe ya masterê li ser baweriya Kurdên Êzidî amade kiriye.

Ji bo ku bikaribe bi Kurdên Êzidî re bi hêsanî dan û standinê bike, wî biryar daye ku zimanê Kurdî hîn bibe.

Hongshun li Ermenistanê û pişt re jî li Enstîtuya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê dersên kûr ên li ser dîrok, çand û wêjeya Kurdî wergirtine.

Lêkolerê Çînî Hongshun got, “Ez çûm Ermenistanê û min gelek dersên Kurdî wergirtin.

Paşê ez li Stenbolê li ser wêjeya modern û ya kevin xebitîm. Ez niha li gel hevalên Kurd dixwînim da ku zimanê xwe bêhtir bi pêş bixim.”

Gera li bajarên Kurdistanê

Hongshun ji bo hînbûna ziman û naskirina çandê, serdana gelek bajarên Bakurê Kurdistanê kiriye.

Ew li Qers, Wan û Bazîdê geriyaye û ji nêzîk ve Medreseya Sor, Girava Axtamarê û gora Ehmedê Xanî ditiye.

Hongshun herî zêde serdana Mala Dengbêjan a Amedê dike û li wir guhdariya klaman dike.

“Kurdên ku Kurdî nizanin divê şerm bikin”

Kurmanciya Hongshun bala xelkê Amedê û bi taybetî jî ya dengbêjan dikişîne.

Dengbêjên li Mala Dengbêjan, Hongshun wekî mînakekê nîşan didin û rexne li wan Kurdan digirin ku zimanê xwe yê dayîkê nizanin.

Dengbêj Naîfê Muxlîs got, “Ev heval ji Çînê hatiye û hînî Kurdî bûye lê li vir hinek hene ku li Amedê ji dayîk bûne û dibêjin ’em bi Kurdî nizanin.’

Ez wan însanan rexne dikim; bila werin ji vî xortî fêr bibin.”

Dengbêj Mihemedê Şêxmîrî jî got, “Tiştekî pir eyb e ku Kurdek bibêje ez bi Kurdî nizanim û kesekî ji Çînê bi Kurdî xeber bide û diyar e ku Hongshun bi dil û can xwestiye hîn bibe.”

Hezkiriyê Ehmedê Xanî û Mihemed Uzun

Hongshun ji bo bipêşxistina zimanê xwe romanên giring ên Kurdî dixwîne.

Wî diyar kir ku ew gelekî ji berhemên Ehmedê Xanî, Mihemed Uzun, Ereb Şemo û Bextiyar Elî hez dike.

Her çi qasî gera Hongshun a li nava Sûra Amedê bi dawî bibe jî, lêkolîn û xebatên wî yên li ser zimanê Kurdî dê her bidomin.

Çavkanî: Rûdaw

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

AKTÜEL