Kovara Girgir ku weşana mizahî dikir bi temamî hat girtin. Kovarê di hejmara xwe ya dawî de ji ber qarîqaturekê di raya giştî de bibû sedema nîqaşan.
Parêzerê şirketa weşaner di daxuyaniya xwe de got: “Em wekî şirketa weşaner me derheqê xebatkar û kesên ku bûne sedema weşana wê qarîqaturê li Dozgeriya Komarî gilî kir.”Kovara mizahî ya Girgir ku heftane tê weşandin di hejmara xwe ya dawî de qarîqaturekî Hezretî Musa weşandibû. Herwiha li ser medya civakî gelek kesên ku bi îdîaya heqaret li Hezretî Musa û li Îslamê hatiye kirin bertek nîşandan. Li gorî nûçeya rojnameya Sozcuyê, li Tirkiyeyê kovara mîzahî ku herî zêde tê firotin Girgir ê wê neyê firotin.
Parêzerê şirketa weşaner di daxuyaniya xwe ya bûyerê de got: “Em wekî şirketa weşaner ji bo qarîqatura nebaş a ku di hejmara dawî ya Girgirê de hat weşandin, me biryar da ku hemû xebatkar ji kar werin derxistin û kovar were girtin. Weşana vê qarîqaturê bê çawa civaka me aciz kiribe şirketa weşaner jî hewçend aciz kiriye. Bi texmîna me hinek karmendên nîyetxirab ê kovarê ji bo ku şirketê têxin rewşeke zahmet ev qarîqatur weşandin. Dibe ku bi qestî hatibe kirin. Ev qarîqatura ku hat weşandin bêyî şêwira şirketê û bi xêzkirineke pir xerab hat parvekirin. Karmendên ku ev tişt kirine ji bo biçûkxistina hestên olî sûc kirine. Derheqê kesên berpirsyar de li Dozgeriya Komarî gilî hatiye kirin.”