Ji çar parçeyê Kurdistanê 7 partî û rêxistinên çep û Komunîst a Kurdistaně konferansa xwe yê duyemîn pêk anîn.
Di konferansê de li ser rewşa çarparçeyê Kurdistanê di alî neteweyî û çînayetiyê de hate nirxandin.
Li ser peroka Koronayê û encamên wê dê li ser civakê û pergalê de çi guhartin çi bike hate axaftin.
Encama civînê vegotina berfireh li jêr e.
Korbendê Çepên Kurdistanî Dûhemîn Konferansê Xwe Encam Da
Di 21 novembera 2020ê da, Korbendê Çepên Kurdistan bi guhdarî kirina siruda Ey Reqîb û siruda Entrnasyonal û demekê weke rêzgirtin li hemberî giyanê şehîdên gelê me bêdeng sekinin, destpê kir. Korbend, konferansa xwe a dudo bi şêweyê online encam da. Bona vê yekê pispor û hinek kesayetî beşdarê konferansê nebûn. Divê konferansa sisê bi beşdariyên berfirehtir bê çêkirin.
Konferans bi amade bûna çend serok û û kadirên her heft partiyên endamên Korbendê ve hate sazkirin. Rojeva konferansê ji sê babetên serekî pêkhati bû: Pêşkeş kirina çar girteyên vîdeoyî li ser rewşa siyasî ya her çar beşên Kurdistanê di warê niştimanî û çînayetî de, ku di nêrina aliyên Korbendê da xalên hevbeş nişan didan. Beşdarên konferansê bi danustandinên ve, mijarê hanê dewlemend kirin.
Di vî mijarê da bi giştî amaje bo wan asteng û kêşe û asoya pêşveçûna doza rewaya gelê me li her çar beşên Kurdistanê da hate kirin. Roj bi roj fişara dijmin û neyarên gelê Kurdistanê bi şêweyên cur bi cur û bi astên ciyawaz da zêde dibe. Ku fişara hanê xwe li Rojhilatê bi şiklê girtin û bi duwketinê û pêlên sêdaredanê, li Bakurê berdewam bûna girtin û binpê kirina azadî û mafan, li rojavayê dagîr kirina beşekê axa Rojava ji aliyê Tirkiyê û danpênedana mafan ji aliyê hikumeta Surya, li Başurê berdewamiya siyaseta erebkirinê û guhartina demografî û binpê kirina mafên desturî, destêwerdanên Îran û binpe kirina serwerî û axê ji aliyê Tirkiyê ve nişan dide.
Rewşa çînayetî li her çar beşên Kurdistanê mijara giring a danustandinên berfireh bû, ku têda amaje bi rewşa xirap a jiyan û guzerana zehmetkêşan ji egerên aboriya piyade kirî di berjewendiya burjiwaziya bîrokrat û mişexwar da ye û benditiya aboriyê tundtir dike.
Di mijara dudo a Konferansê da, beşdaran bi ruwengeheka lojîkî û rastbiniyê va, li ser erkên hêzên çep di qonaxa rizgariya niştîmaniyê da danustandin kirin. Behsa hevahengî û karên hevbeş yên aliyên Korbendê hate kirin, ku berê çend caran halwesta hevbeşên xwe a derbareyê rewş û buyer û pêşhateyên Kurdistanê bo aliyên navdewleti, parlamentoyên welatan û Endamên Berdewam a Civata Asayişa UN û Parlamentoya Ewropa ragihandi bû.
Her usa di vê mijarê da amaje bi erkên çînayetî yên hêzên çepên her çar beşên Kurdistanê hate kirin. Pê li ser roniya bername, bi hêztir kirina çalakiyen ya rast ji ew e çepên Kurdistanê pêdivê ye xwedî piroje bin ji bona bi rêve birina civakê û di halê opizisyonê da jî xwe amade bikin bo bi rêve birina civakê di hemu waran de hevdu girêdana erkên çînayeti û niştimanî, parastina demokrasi û mafên azadî û raderbirinê û mafên jinan hate girtin. Herweha amaje bi girîngiya ava kirina senterekê vekolinê a çepen Kurdistanê ji bona analiz kirin û helsengina guhartinên herêmi û navdewletî, bi taybeti analiz kirina berbelav bûna gotara populistî û kerb û kin û şovenizmê yên paş ezmuna Yêkitiya Sovyetê.
Mijara sisêyê a konfransê bo babetên koronayê û ziyana wê li ser cîhanê bi giştî û xelkê zehmetkêş li welat û seranserî cîhanê de hati bû terxan kirinê.
Di vê mijarê da bi şêweyekê zanistî behs li têkçûna sîstema tendirustî li welatên cîhanê hate kirin. Amaje bi xirabî ya sîstemê tendirustî li her çar beşên Kurdistanê hate kirin, bi heman şiwe çext li ser vê yêkê hate kirin, ku sedema korona pêşveçûn û hejarî û birçitî nîne, belku korona bi xwe neticeyê lojîkî yên sîstemê kapîtalizmê ye, ku çext dikete ser xerciyên serbazî û pal dide serçaviya aloziyan di cîhanê de, giringî nade bi jîngeh û rewşa jiyana zehmetkêşan piştguh dixe. Lewma jî ew yek hate dubare kirin, ku korona rengvedana kirîzên kapîtalizmê ye. Evê jî wê çendê dixwaze, ku hêzên çep di hemû cîhanê, di çarçeveyê nuxwaziyê da têkoşina xwe dijî faşîzma nû û lîberalîzma nû, ji bona ava kirina sîstemekê tendirustî yê guncayî bo parastina jiyana mirovî û parastina jîngehê û nehêlana birçitî û hejariyê û pêşveçûna mirovî di warê navnetewi da berdewam pêşda bibin, ku ev tekoşan temamkera têkoşana niştimanî û çînayetî ye di çarçeveyê her welatekê de.
Konferansa duda a Korbendê Çepên Kurdistanî bi çext kirin li ser têkoşan û karê hevbeş û rêzgirtina taybetmendiya bername û şêwazê têkoşana serbixwe li her beşekê Kurdistanê dur ji destêwerdan, çareser kirina kêşe û arêşên navxweyiyên di navbera aliyên bizava rizgarîxwaza Kurdistan bi rêka diyalogê û parastina serwerî û her deskeftekê li her beşekê da bi dest hatî be, kar kirina hemu alî bo çareseriya demokratîk, adilane û aştiyane ya doza rewaya xelkê Kurdistanê bi rêka diyelogê, kar kirin bo berfireh kirina pêkhateyên korbendî, dawî bi karên xwe anî.
Konferansa Dudo a Çepên Kurdistan
KKP- Partiya Komunista Kurdistan (Bakur),
PSK- Partiya Sosyalist a Kurdistan (Bakur),
Partiya Komunista Kurdistan (Rojava)
KOMELA- Komela Zehmetkêşên Kurdistan (Rojhilat)
HZK- Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê (Başur)
HŞK- Hizba Şuiya Kurdistan (Başur)
Bizava demokratiya Gelêe Kurdistan (Başur)